HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên 18’ê Nîsanê li herêma Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got, “Li Kurdistana azad, bi Rêbertiya azad wê teqez xwedî li armanc û xeyalên wan bê derketin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li herêma Metînayê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“18’ê Nîsanê li herêma Metînayê di bombardûmanê de hevrêyên me Agît Rojhilat, Çekdar Cûdî û Şervan Kobanî şehîd bûn.

HEVRÊ AGÎT SEMBOLA NETEWEYÎ YA XELKÊ ME YÊ KELHOR E

Hevrêyê me Agît Rojhilat li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Li nava rewşa xwezayî ya xelkê me yê Kelhor li gund li nava malbateke cotkar, kedkar û bi nirxên xwe yên civakî û welatparêzî dilsoz mezin bû. Exlaqa xurt a civakî ya gelê Kurd hîn ji zarokatiyê ve hîn bû û weke kesayetekî têgihiştî, kedkar û dilnizm mezin bû. Di dema ciwantiya xwe de kete nava lêgerînê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Jiyana bi pîvan a PKK’ê ku bi wateya kûr a li hevrêtiyê û nirxê dide mirovan, li ser bingeha azadiya hevrêyên jin û mêr li çiyê afirandiye bala hevrê Agît kişand. Di encama vê lêgerîn û eleqeya xwe de biryar da ku tevlî nava meşa azadiyê ya Apoyî bibe. Sala 2002’an li Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Tevlîbûna li nava refên gerîla jî weke jinûve dayik bûn, nefes wergirtin û naskirina cîhanê pênase kir. Ya ku PKK’ê dike PKK nirxên wê, asta azadiyê ya jinên Kurd a azad li nava tevgera Apoyî ye, hêz û morala vê yekê ye. Di felsefe û îdeolojiya Apoyî de xwe perwerde kir, kûr kir û bû xwedî nêrîneke berfireh. Tevî ku bi tenê bi zaravayê Kelhorî zanîbû jî ev yek li pêşiya xwe weke astengî nedît, zû hînî zaravayên Soranî û Kurmancî bû û di heman demê de hînî jiyana gerîla bû. Perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê ji fermandara efsanewî ya nemir a Botanê ji hevrê Şehîd Çîçek Kiçî wergirt. Dilsoziya hevrêya me Çîçek bi Rêbertî, şehîdan û hevrêtiyê, sekna wê ya li nava jiyanê weke jineke Kurd a azad û fermandara YJA Starê di meşa şoreşê ya hevrêyê me Agît de diyarker bû. Bi taybetî di salên 2003 û 2004’an de ji bo li ber xiyaneta tasfiyeyê ya li nava partiya me rabe û li dijî dûrxistina ji rêbaza jiyana Apoyî têbikoşe, ji bo fêhmkirina paradîgmaya Apoyî gelekî hewl da. Sekna Apoyî û têkoşîna xetê ya hevrê Çîçek a di vê demê de, ji bo hevrê Agît bû mînakeke şênber ku di her şert û mercî de fermandarî û milîtaniya Apoyî di nava jiyana têkoşîna şoreşgerî de nîşan dida.

Hevrêyê me Agît ku gavên destpêkê yên têkoşînê li ser bingeheke xurt da rûniştandin, ji Qendîlê heta Xinêre, ji Zagrosan heta Metîna û Heftanînê li gelek herêman karê pratîkî meşand. Meşeke ji rêzê ti carî ji bo xwe qebûl nekir û bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Agît piştî vê pêvajoyê bi ruhê fedayî tevlî kar bû, di her kêliyê de hewl da mîsyona xwe ya fedayîtiyê bi cih bîne. Di nava jiyanê de bû hevrêyê hevrêyan, xeta Apoyî bêteredût li her cihî temsîl kir, ti carî xwe ji têkoşîna xetê venegirt, bi kedeke mezin tevlî nava jiyanê bû. Li gelek herêman tevlî karên stratejîk bû, her wezîfe bi performans û bi rengekî serketî bi cih anî, hemû hevrê û rêxistin bi wî piştrast bû. Bû kadroyekî bi vî rengî yê PKK’ê.

Dema ku faşîzma DAÎŞ’ê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û xwest bajarê Kurdan Kerkûkê dagir bike, ew jî bi hişmendî û hesteke xurt a welatparêziyê, bi berpirsyariya milîtaniya Apoyî derbasî qada Kerkûkê bû. Hevrêyê me Agît di nava berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li Kerkûkê de bi roleke girîng rabû. Hem Kerkûk ji çeteyan paqij kir hem jî cihê xwe di dilê xelkê Kerkûkê de girt. Perwerdeya partiyê û kûrbûna leşkerî ya ji akademiyên leşkerî wergirtî, ji bo di xeta Gerîlayên Modernîteya Demokratîk de bixe meriyetê, weke femrandarê herêmê derbasî herêma Metînayê bû. Li herêma Metînayê bi fermandariya xwe ya bi mînak ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin, ew perwerde kir û piştî demekê bû yek ji endamên Fermandariya Eyaleta Metînayê. Di avakirina bingeha Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de kedeke mezin da. Heta roja ku şehîd bibe, bêtawîz bi rengekî fedayî meşiya. Hem ji bo xelkê me yê Kelhor bû lehengekî sembol ê neteweyî, hem jî ji bo me hevrêyan bû fermandarekî bi mînak ê Apoyî ku timî xwedî li bîranîna wî derkevin.

HEVRÊYÊ ME ÇEKDAR BÛ FERMANDAREKÎ MÎNAK Ê APOYÎ

Hevrêyê me Çekdar Cûdî li gundê Deywan ê navçeya Kerboranê ya welatparêz a Mêrdînê li nava malbateke ku dilsozê têkoşîna azadiyê ye ji dayik bû. Hevrêyê me Çekdar ku salên zarokatiyê li Kerboranê derbas kir, ji ber zext û zilma dewleta Tirk a faşîst neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Lê belê sîstema li metropolên Tirkiyeyê, asîmîlasyon û biyanîbûna li dibistanên dewleta Tirk ti carî qebûl nekir. Bi dilsoziya bi gelê Kurd û Kurdistanê kete nava lêgerîna têkoşînê. Li ser vê bingehê cihê xwe di nava tevgera ciwanan de girt û karên şoreşgerî meşand. Ji aliyê dewleta Tirk ve sala 2010’an hate girtin, salekê li zindanê ma û li vir biryardariyeke mezin da. Di sala 2011’an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî xurt bû û berpirsyariyên şoreşgerî lê dihate ferzkirin, gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna herî xurt a li dijî dijminê qirker mêtinger li çiyayên Kurdistanê dikare bê meşandin û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bû Bi têgihiştina Apoyî ku li zindanê û li nava tevgera ciwanan wergirt, zû hînî jiyana gerîla bû û bi pêş ket. Ji Qendîlê heta Garê û Metînayê li gelek qadan pratîkeke serketî meşand. Tecrûbeyên xwe û perwerdeya li Akademiyên Apollon kir yek û bêhtir kûr kir. Timî bi daxwaza gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê xwe ji wezîfeyên mezin re amade kir. Bi dilnizmî, kedkarî û dilsoziya mezin a bi hevrêyên xwe re bû yek ji fermandarên Apoyî yên mînak ên xeta gerîla ya serdema nû. Herî dawî weke fermandarê yekîneyê li Metînayê gelek kar kir û di serxistina vî karî de bû xwedî kedeke mezin.

HEMÛ HEVRÊYAN JI HEVAL ŞERVAN HEZ DIKIRIN

Hevrêyê me Şervan Kobanî li Kobanê ya ku bi berxwedana xwe li dinyayê bûye, sembol ji dayik bûye. Di nav derdoreke welatparêz û bi çîrokên qehremaniyê yên pêşengên pêşîn ên tevgera Apoyî mezin bûye. Him wekî malbat û wekî civakê ji çeteyên faşîst heta dewleta Tirk hemû rûyên qatilên gelê Kurd dîtiye. Wî bawerî bi vî tiştî aniye ku ji bo pûçkirina siyaseta qirkirinê û azadkirina Kurdistanê, çare tevlêbûna nav refên gerîlayên li çiyayên Kurdistanê ye.  Ew bi coş û heyecaneke mezin hatiye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav jiyana PKK’ê bûye. Wekî milîtanekî Apoyî ketiye nav lêgerîna ku ew darbeyê li dijminê dagirker bixe. Li ser vî esasî li qada Metînayê bi daxwazeke mezin tevlî nav jiyanê bûye û ji ber rêhevaltiya xwe ya ji dil hemû rêhevalan jê hezkirine. Dema ku li ser peywira xwe bû, tevî rêheval Egîd û Çekdar şehîd bûye.

Hevrêyên me Egîd, Çekdar û Şervan bi ruhekî fedaî yê Apoyî, hevrêtiya heqîqî ya PKK’ê û wekî fermandar û şervanên mînak ên xeta gerîlatiya dema nû, wê her dem werin bîranîn, armanc û xeyalên wan wê her dem li Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad were jiyîn. 

Li ser vî esasî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û gelê me yên Kelhor, Kerboran û Kobanî, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Nasnav: Şervan Kobanî
Nav paşnav: Mahmût Îsa
Cihê jidayikbûnê: Kobanî
Dayik-Bav: Newroz-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Nîsana 2021 / Metîna

Nasnav: Agît Rojhilat
Nav paşnav: Mûhammed Huseyîn Şahbazî
Cihê jidayikbûnê: Îlam
Dayik-Bav: Tacma-Emîrî
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Nîsana 2021 / Metîna

Nasnav: Çekdar Cûdî
Nav paşnav: Ekrem Akturk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ayşe-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Nîsana 2021 / Metîna