Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bid axuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 gerîlayên ku 1’ê Mijdarê li Amedê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“29’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker li ser 76 gundên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketine derve ragihand û li van qadan operasyoneke berfireh da destpêkirin. 1’ê Mijdarê saet 10.30’an li nêzî gundê Zirê yê Licê hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker li rasta hev hatine û şer derketiye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndar bûne, hevrêyên me Baran, Çekdar, Întîkam û Mustafa ku li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer kirin şehîd bûne.

Agahiyên nasnaemeyê yên hevalên me wiha ne:


Nasnav: Baran Amed
Nav û Paşnav: Îlyas Karakoç
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Emîne – Mehmet Saît
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

*****

Nasnav: Çekdar Amed
Nav û Paşnav: Serhat Coşkûn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Sadriye – Mehmet Şukru
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

*****

Nasnav: Întikam Amed
Nav û Paşnav: Omer Çeleng
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Dîlaz – Mehmet
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

*****

Nasnav: Mûstafa Malçok
Nav û Paşnav: Beraat Bozkûrt
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Aynûr – Abdûlmenaf
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 1’ê Mijdara 2018’an

Em çar hevrêyên ku ji hembêza Amedê derketine û dîsan li xaka Amedê bi dirûşma ”Rêbertiya Azad- Kurdistana Azad” şer kirin û şehîd bûn bi hurmet bi bîr tînin. Di serî de malbatên wan ên hêja, serê gelê me yê Amedê û Kurdistanê sax be, em sond dixwin ku alaya azadiyê ya ku şehîdên me yên qehreman dewrî me kirine heta serfiraziyê hilgirin.

31’ê Cotmehê derengia şevê û 1’ê Mijdarê saet 17.002an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Gundê Fileha ya herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medayayê bombe kirine.”