Navenda Ragihandina HPG’ê têkildarî şehîd Serhed daxuyaniyek da û got; Roja 7’ê Adara 2023an di êrîşa dijmin ya li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de, hevrê Gerilla Serhed Têkoşîn şehîd bû.

Navendê destnîşan kir ku Hevrê Gerilla Serhed, ji kêliya ku tevlî nava refên Gerîla bû û heta şehadeta xwe xwedî beşdariyeke xurt û meşeke bênavber bû. Hêza azadiyê ya di dilê wî de şewq da hemû jiyana wî û bû mîlîtanekî baş yê Apoyî.

Hevrê Gerilla, ji Xakurkê heta Garê û Zapê li gelek herêman şer kir, di çalakiyên bêhejmar de cih girt û derbên giran li dijmin dan. Digel taybetmendiya xwe ya şervanekî wêrek, bi hevrêtiya xwe ya bi hêz jî di dilê hemû hevriyên xwe de cih girt.

HPG, ji malbata şehîd û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîd wiha eşkere kir.

Semih Kaya, bi nasnav, Serhed Têkoşîn, li Erziromê ji dayik bû, dayik û bav: Perîşan – Reşît, di 7’ê Adara 2023an d eli Zapê şehîd bû.

Hevrê Gerilla Serhed li navçeya Erzirum Qereyazî, di nava malbateke ji eşîra Berazî ya welatparêz û xwedî nirxên civakî de hatiye dinê.

Hevrê Serhed bi nirxên civaka xwe mezin bû. Di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir û têkoşîna azadiyê, şerê li Kurdistanê kêlî bi kêlî şopand. Li ser vê bingehê dev ji dibistanên dijmin berda, tevlî xebatên ciwanên welatparêz bû. Piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li herêma Xakurkê tevlî nava refên Gerîla bû.

Hevrê Gerilla Serhed, weke milîtanekî Apoyî xwedî ruhekî fedaî li her qada berxwedanê cih girt û li dijî dijminê dagirker têkoşîn kir.

Herî dawî, berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û beşdarî berxwedana dîrokî bû û darbên giran li dagirkeran xistin. Heta nefesa xwe ya dawî wek milîtanekî fedayî yê Apoyî li dijî dijminên dagirker şer kir û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bû.