HPG’ê 3 gerîlayên ku 2018’an li Dersimê şehîd bûbûn bi bîr anî.

avenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku 2018’an li Dersimê şehîd bûbûn ragihand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

”Navbeyna 28-29’ê Îlona 2018’an li navçeya Mazgirê ya Dersimê, piştî ku artêşa TC’ê ya dagirker operasyon dabû destpêkirin, şer derketibû û 3 hevalên me şehîd bûbûn. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me ku bi lehengî şer kiribûn û şehîd bûbûn wiha ne:

Nasnav: Armanc TaylanNav Paşnav: Mustafa BozyilCihê Bûyinê: AmedNavê Dê û Bav: Husna – AzîzDem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon l 2018 / DersimNasnav: Cesur AlîNav Paşnav: Alî BagriyanikCihê Bûyinê: DersimAnne – Baba Adı: Sevîm – MustafaDem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon 2018 / DersimNasnav: Cudî ZerdeştNav Paşnav: Şervan YamanCihê Bûyinê: ColemêrgNavê Dê û Bav: Halime – ÖmerDem û Cihê Şehîdbûnê: 29 Îlon 2018 / Dersim

Hevrêyên me ye Armanc, Cesûr û Cûdî li nav derdoreke welatparêz çêbûbûn û hê bi ciwanî Têkoşîna Azadiyê nas kirin. Hevrêyên me bi dirûşma Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad tevlî nav refên têkoşînê bûbûn. Ciwanên bi giyanê lehengî yên ku gelê me gihandine, di şerê dijî dewleta TC’ê ya dagirker de cih girtine û ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd serfiraz bibe heta hilma xwe ya dawî li ber xwe dane. Em gerîlayên azadiyê yên Kurditanê di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd em dibêjin serê hemû gelê me yê welaparêz sax be û em soz didin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi serfiraziyê tacîdar bikin.”