Koalîsyona Ereb a li Yemenê li dijî Hûsiyan şer dike ragihand ku li devereke nêzî febrîqeya paqijkirina ji xwê El Şukaik a li wîlayeta Cizanê cismekî ji aliyê Hûsiyan ve hatiye avêtin ketiye.

Berdevkê Koalîsyonê Turkî el Malîkî diyar kir ku ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye û xisar li deverekê nebûye.

Êrîşên Hûsiyên Yemenî yên lni dijî Erebîstana Siûdî mehên dawî zêde bûn.

Hûsiyan diyar kiribûn ku Çarşemê fuzeyeke seyir avêtine santrala elektrîkê ya li herêma Şukaikê. Berdevkê artêşa Hûsiyan diyar kir ku fuze li hedefa xwe ketiye.

Hefteya derbasbûyî jî li dijî balafirgeha Abhayê ya navneteweyî ya Erebîstana Siûdî êrîşek hatibû kirin û di encamê de 26 kes birîndar bûbûn.