Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe diyar kir ku tecrîsa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşaneya konsepta şer e û wiha pê de çû: “Rejîmek taybet a bi navê rejîma Îmraiyê heye. Ev ne tenê Gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê eleqeder dike. Çawa deriyê Îmraliyê vedibe gotinên aştî û aramiyê zêde dibin, lê çawa tê girtin gotinên nefretê zêde dibin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin herî dawî di 11’ê îlona 2016’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji wê rojê şûnde agahî jê nehat girtin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe diyar kir ku tecrîda hatiye girankirin, israra berdewamkirina polîtîkaya şer nîşan dide.

Bedîayê balkişand ser rejîma hiqûqa taybet ya li Îmraliyê û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê qanûn ji bo her kesî wekhev pêk nayê. Heta kes nizanibe înfaza wan çiqas didome nikare li girtîgehê bimîne. Lê ya Birêz Ocalan ne wisa ye. Li Îmraliyê rejîmek taybet heye. Îro tecrîda herî giran li ser Birêz Ocalan pêk tê. Şandina nameyan jî qedexe ye. Hevdîtina telefonê qedexe ye. Parêzer, heyet û malbat nikare hevdîtinê bikin. Her çiqas CTP dem bi dem serdanê bike jî aşkerakirina raporan jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê astengkirin.”

‘Koas zêde bû’

Bedîayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê wek polîtîkayek li hember Gelê Kurd didome û ev tişt bi lêv kir: “Di sê salên dawî de li hemberî Kurdistan, Gelê Kurd, nûnerên kurd, HDP, DBP û pêkhateyên partiyan êrîşên giran pêk hatin. Li Cizîr, Sur, Gever û bajarên din yên Kurdistanê komkujî pêk hatin. Biryara tecrîda li ser Birêz Ocalan hat girtin û van pêkanînan dest pê kir. Çawa deriyê Îmraliyê vebûye behsa aştî û aramiyê hatiye kirin. Lê çawa deriyên Îmraliyê hatine girtin, li vî welatî gotinên nefretê û globalbûn pêk hatiye, êrîş zêde bûne.”

‘Tercîha xwe li alî şer kirin’

Bedîayê bi lêv kir ku sedema şer û kaosê, polîtîkaya îmraliyê ya dewletê ye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan şert û mercê jiyanek wekhev û hevpar a li Rojhilata Navîn bi fikrên gelek girîng danî holê. Yên ev perspektîf erêkirin rastî êrîşan tên . HDP jî vê perspektîfê îlham girtiye. Îro fikra sereke ya gel aniye cem hev, ev e. Ne tenê gelê Kurd divê hemû gel li dijî tecrîdê têbikoşin û divê demildest dawî li vê tecrîdê bê anîn.Her kesê ku dixwazin ji şer dur bikevin û pêşerojek ronî dixwazin divê vê bangê li gelên Rojhilata Navîn bike.”