Li gorî daxuyaniya Înîsiyatîfa Zarokên Agir 27’ê Nîsanê li Beylîkduzu ya Stenbolê li du deverên cuda 2 wesayit hatin şewitandin.
Hate ragihandin ku 26’ê Nîsanê jî li du deverên cuda yên Şîrînevlerê du wesayit hatine şewitandin.
**
Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê agir berdan wesayitekê
Milîsên Tolhildanê yên Karker ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Karamursel a Kocaeliyê agir berdane wesayita faşîstekî.
Di daxuyaniyê de hate gotin,
“24’ê Nîsanê saet di 23:30’î de li Karamulsel a Kocaeliyê, me agir berdan wesayita faşîstekî. Di encama çalakiya me de wesayit bi temamî şewitî.”
Hat ragihandin ku çalakî weke bersivdana li operasyonên li Metîna û Bakur hate kirin û heta ku êrişên dagirkeriyê dewam bikin wê çalakiyên xwe dewam bikin.