Dewleta Îranê lez daye darvekirina Kurdan.
Li gorî medyaya rojhilatê Kurdistanê Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li welatiyekî Kurd ê 27 salî birî.
Kesê derbarê wî de biryara îdamê hat dayîn Şahîn Wesaf ê 27 salî ye.
Şahîn xelkê Selmasê yê girêdayî Urmiyê ye û di raperîna Jin Jiyan azadî de hate girtin.