Îstîxbarata Navxweyî ya Japonya lîsteya xwe ya rêxistinên qedexe nû kir.

Di lîsteya nû de PKK tine.

Ev biryar, di çapemeniya cîhanê û Tirkiyê de cihekî berferih girt.

Dezgeha Îstîxbarata Navxweyî ya Japonyayê PSIA’yê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan PKK ji lîsteya ′′rêxistinên qedexe” derxistiye.

Kurdên li Japonyayê jî biryar bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin.

Di vê demê de ku li seranserî cîhanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Kurdistanê re çareseriya siyasî’ tê meşandin, û di salvegera damezrandina PKK’ê de, biryareke bi vî rengî ya Japonya balkişand.

Japonyayê beriya salan, di encama zextên dewleta Tirk de PKK xistibû nava lîsteya rêxistinên qedexe.