Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xizmên girtiyan ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnêya li zindanan, Nobetên Edaletê berdewam dikin. Çalakiya li Stenbolê jî pêşengiya MATUHAY-DER’ê 13’ê Kanûna 2023’an dest pê kir.
Hevseroka Komeleya Şopandina Koçkirinê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal ku çû serdana nobetê, got, “Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye û gel bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Divê dengê dayikên di Nobeta Edaletê de bê bihistin. Dayik di daxwazên xwe de mafdarin. Divê ji bo aştiyê gav bê avêtin. Daxwaza malbatan li ber çavan bê girtin.”

Welatiyên li Amedê çûn serdana nobeta edaletê jî got ger piştevanî zêde bibe, wê pêşketin çêbibin.

Makbûle Guven, Mehmet Kaya, Rifat Ronî, Abdûrezak Sevgîoglû çûn serdana çalakiyê: