Heqrêya di navbera Wan û Colemêrgê de du meh berê 40 lîra bû. Di rojên dawîn de ji ber ku heqrê bû 80 lîra, gel nerazîbûn nîşan da.

Li Wan û Colemêrgê ya ku bêkarî û hejarî gelekî zêde ye, ji ber bihakirina heqrêyan gel ditengije. Li van bajaran hilberandin qet tune, çandinî û xwedîkirina heywanan jî li ber qedandinê ye. Ji ber koronavîrusê bi sedan esnafan dikanên xwe girtin û bêkar man.

Kesên ji ber bêkariyê xwestin vegerin gundê xwe, nerazîbûn nîşanî bihakirina heqrêya di navbera Wan û Colemêrgê dan. Hemwelatiyê bi navê Azad Aslan diyar kir ku du meh berê heqrê 40 lîra bû lê a niha bûye 80 lîra. Aslan got ku “Ji bo rêya 200 kîlometre ev heqrê gelekî zêde ye. Jixwe her kes bêkar e. Di van rojên teng de divê heqrê ev qasî nehata bihakirin.”

Kesekî din ê ku nexwest navê xwe diyar bike, got ku “Ez ê hevjîna xwe, em ê biçin Colemêrgê lê ji ber heqê rê em naçin. Jixwe ev serê du mehan e, ez bêkar im. Du kes herin û werin dike 320 lîra, ev bêwijdanî ye.”