Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê da zanîn ku 4 rojan bi awayekî hovane rastî îşkenceyeke giran hatine. Ji ber îşkenceyê girtiyan nedikarî xwe li ser pêyan bigirin. Her wiha 5 jê girtiyên nexweş, bi giştî 20 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê hatin kirin

Binpêkirinên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de berdewam in. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê gardiyanan 4 rojan bênavber girtî îşkence kirin. Her wiha 5 jê girtiyên nexweş, bi giştî 20 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê hatin kirin.

Girtiyê bi navê Abdullatîf Teymûr ku li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê dimîne bi rêya telefonê bi xwişka xwe Gulseren Yildirim geriya û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê agahî da. Der barê mijarê de Gulseren Yildirim ji Ajansa MA’yê bi Melîke Ceyhan re axivî. Yildirim anî ziman ku birayê wê Abdullatîf Teymûr diyar kiriye ji ber ku di 25’ê îlonê de wan jimariya di nîzama leşkerî de qebûl nekiriye hatine îşkencekirin.

Bijîşk girtiyên hatin îşkencekirin muayene nekir

Di berdewamê de jî Yildirim destnîşan kir ku birayê wê gotiye; “4 rojan em hatin îşkencekirin û derbkirin. Dema ku ji bo derbkirinê hatin, hevalên me nedikarin bi rê ve biçin. Lê bijîşkê revîrê gotiye ku di laşê wan de tenê reşahiyek heye û hevalên me paş ve şandin. Ji ber ku nehatin dermankirin, rapor nedan. Bijîşk ji hevaleke me re got ku biçe nexweşxaneyê. Lê şûna ku bişînin nexweşxaneyê, xistin hucreyê. Guhê hevalekî me teqiya. Li revîrê hebên êşbirê jî nedan me. Her hevalekî me 50 roj cezayê hucreyê lê hat birîn. Daxwaznameyên me nayên qebûlkirin. Her wiha du hevalên me tevî ku temenê wan mezine jî hatine sirgûnkirin.”

Hemû mafên wan tên binpêkirin

Yildirim da zanîn ku ji 25’ê îlonê ve hemû çalakî li girtiyan hatine qedexekirin û ev agahî dan: “Birayê min got; “Di nav me de hevalên me yên nexweş hene. Ji bo revîrê em daxwaznameyê dinivîsînin, dibêjin ‘temam’. Lê tiştekî jî nakin. Ji 25’ê îlonê ve nahêlin em hevalên xwe yên li qawîşên din bibînin. Bi şev ceryanê digirin. Ceryan û ava qawîşên siyasî digirin. Dibêjin ‘pirsgirêk’ heye. Lê pirsgirêk nayê çareserkirin. Li me didin. Ên cezayê hucreyê li wan tê birîn û ên tên sirgûnkirin û mafên wan tên binpêkirin em in. Em jî nizanin dê ji niha û pê ve çi bibe. Divê li derve hûn dengê me ragihînin.’”

Bang li partiyên siyasî kir

Gulseren Yildirim bertek nîşanî binpêkirinên mafan da û wiha pê de çû: “Herî dawî dema ku ez bi birayê xwe re axivîm, got ku demên hevdîtinê guherîne. Dema ku em çûn girtîgehê, ji me re gotin ku haya wan ji van tiştan nîne. Gelo van tiştan li edlî, diz û bertîlxwaran jî dikin? Ji bo ku zarokên me xwedî li kurdî û kurdatiyê derdikevin tên îşkencekirin. Midûrê girtîgehê ji girtiyên siyasî re gotiye; ‘Hûn ê hêza tirko bibînin. Hûn di nav lepên dilovan ên dewletê de ne.’ Divê hemû partiyên siyasî li hemberî van pêkanîn bikevin nava liv û tevgerê û van pirsgirêkan çareser bikin.”

Li Amedê 20 girtiyên jin hatin sirgûnkirin

Di heman demê de li Girîgeha Tîpa E ya Amedê jî di nav de 5 jê girtiyên jin ên nexweş, bi giştî 20 girtiyên jin hatin sirgûnkirin. Hat zanîn ku ev girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê hatine kirin. Hat zanîn ku di nava girtiyan de girtiya nexweş a di nava nivînan de Halîme Işik jî heye. Navên hin girtiyên hatin sirgûnkirin wiha ne: “Nebahat Şirgen, Sevgî Altinel, Zehra Dogan, Gulten Orak, Hatîce Ay, Sabîha Turan, Sakîne Bozkuş, Maşallah Dag, Halime Işikçi, Mehtap Yilmaz, Meral Temel, Evîndar Aydin, Bahar Avci, Ayhan Akgul (nexweşa Talesemiyê ) Saadet Ergîn,Ozliyet Filîzzer û Rûkiye Bakiş.”