Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, her wiha birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn serî li dozgeriyê dan ku hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin.