Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê pê re bikin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.