Komîteya Newrozê, ji bo pîrozbahiya 23’ê Adarê ya li paytexta Îtalya Romayê banga tevlîbûnê kir.

Kurdistanî li her devera lê ne bi rengekî girseyî Newrozê pîroz dikin.

Komîteya Amadekar a Newroza li Îtalyayê ku wê 23’ê Adarê bê pîrozkirin, ji bo tevlîbûnê bang kir.

Di ddaxuyaniyê de hate ragihandin, Newroza îsal diyarî endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Dogan Zinar û şoreşgerê enternasyonalîst ê li Rojava şehîd bû Lorenzo Orsetti (Têkoşer) û şehîdên Kurdistanê hatiye kirin.

Komîteyê bang li Kurdistaniyên li Îtalyayê û dostên wan kir ku agirê Newroza îsal li dijî zîhniyeta înkar, tinekirinê bi berxwedaneke mezin gur bikin.