Bi dehan wesayîtên leşkerî bi awayê konvoy ji navenda navçeya Cizîr a Şirnexê ber bi navenda bajarê Şirnexê ve kete rê.

Ji navçeya Cizîr a Şirnexê nêzî 10 wesayîtên leşkerî ber bi navenda bajêr ve ketin rê. Wesayîtên ku ji navenda navçeya Cizîrê birêketin li ser rêya bajarokê Kasrikê ber bi navenda bajêr ve çûn. Têkildarî operasyonê tu daxuyaniyek nehate dayîn lê balkêşe ku wesayîtên di konvoyê de piranî tank in.