Ji çar parçeyên Kurdistanê peyamên piştgiriyê ji Kongreya HDP’ê re hatin şandin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê peyamên piştgiriyê ji 4’emîn Kongreya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hatin şandin.

Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federal Mesrûr Barzanî got, “Hêvîdar im ku kongreya we bibe wesîleya xurtbûna aştî û biratiyê û dostaniya gelan.”

Ji Herêma Kurdistanê ya Federal Tevgera Azadî jî peyama “Bi baweriya serketina demokrasî, azadî û gelan, em ji Başûrê Kurdistanê kongreya we silav dikin” da.

PYD: BALA ME LI SER KONGREYA HDP’Ê YE

Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyamek şand.

Di peyama PYD’ê de hate gotin, “Bala gelê Kurd îro li ser kongreya HDP’ê ya li Bakurê Kurdistanê ye. Bi navê PYD’ê em kongreya we silav dikin û hêviya serketinê ji we re dikin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê, ji Herêma Kurdistana Federal Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Tevgera Goran, Rêxistina Jİnên Azad a Kurdistanê, Partiya Keskan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê jî peyamên piştgiriyê şandin kongreya HDP’ê.