Herdem Musa xelkê bajarê Kerbela yê Iraqê ye. Ew destpêkê tê Başûrê Kurdistanê û çar salan pêşmergayetî dike. Di dema şerê Kobanê de derbazî Rojavayê Kurdistanê dibe, bandora şervanên YPG’ê û YPJ’ê li ser çêdibe û biryar dide ku beşdarî nava refên YPG’ê bibe.

Herdem Musa xelkê bajarê Kerbela Iraqê ye. Ev nêzî pênç salin dinava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cihê xwe girtiye û têkoşînê dike.

Herdem çawan ji Kerbela gihişt Rojava û Bakurê Suriye?

Herdem Musa li sala 1996’an de li bajarê Kerbela yê Iraqê dinava malbatek mezheb Şie de ji dayîk bûye. Hîn di temenê 10 salî de li gel malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê dike û li Hewlêrê niştecîh dibin.

Ji ber rewşa xirab ya aborî Herdem Musa dest ji xwendina xwe diberde û dibe pêşmerge. Piştî çar salan pêşmergayetî dike, di dema şerê Kobanê de pêşmergeh ji Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya şervanên YPG’ê û YPJ’ê diçin Kobanê, Herdem Musa jî wekî pêşmergehek cihê xwe dinava wê hêza piştgiriyê de digre.

Piştî du mehan pêşmerge divegerin Başûrê Kurdistanê, lê Herdem Musa ji ber ku ji şervanên YPG’ê û YPJ’ê gelek bi bandor dibe biryar dide ku tevlî refên YPG’ê bibe û navegere Başûrê Kurdistan.

Herdem Musa li eniyên Dêrazorê ji Rojnews’ê re axivî û qala beşdarbûna xwe ya nava YPG’ê kir.

Herdem qala sedemê beşdarbûna xwe ya nava YPG’ê bivan gotinan destpê dike: “Diviya bû ez wekî kesek mezheb Şie, tevlî çekdarên Heşdî Şebî bibûma. Lê xwe wekî şervanekî YPG’ê dîtin, ji bo min karekî herî raste. Ji berku YPG hêzeke hemû mezheb û pêkhateyên cûda diparêze.”

Herdem Musa wekî şervanekî YPG’ê, beşdarî şerên rizgarkirina Kobanî, Reqa, Şedad, Deşîşê bûye. Niha jî cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê ya li Dêrazorê de digre.

Herdem Musa di beşek din ya axaftina xwe de qala îradeya şervananên YPG, YPJ û QSD’ê kir û wiha got: “Îradeya me gelek bilinde û hemû hewildanên me ji bo tunekirina çeteyane.”

Herdem di dawiya axaftina xwe de wiha qala egera êrîşên dewleta Tirk yên ser Rojava û Bakurê Suriyê û amadekariyên şervanan li hemberî van êrîşan kir: “Pêwîste em hemû deman tedbîrên xwe bigrin. Em hertim li hemberî dewletek wekî Tirkiye amadebin. Ji ber ku hertim gefên êrîş û dagirkirinan li Rojava û Bakurê Suriyê dike. Divê em bi têkoşîna xwe pêşî li van dagirkeriyan bigrin.”

(şk)