Zextên li ser Kurdî ji salên 1990’î û heta niha neguherî. Piştî hewldana darbeya di 15’ê Tîrmehê de bi Rewşa Awarte re hemû sazî hatin girtin û niha jî di beşeke bi Kurdî de ji bo zimanê perwerdehiyê Tirkî tê ferzkirin.

Çend roj berê nûçe di çapemeniyê de derket ku li Zanîngeha Dîcleyê di beşa Wêjeya Gel a Kurdî de wê bi Kurdî tez neyên nivîsandin. Di heman beşê de zimanê perwerdehiyê jî Tirkî bû. Li ser medyaya dîjîtal jî Selîm Temo dîmenên dersê weşand û zanîngehê jî diyar kir ku ev tişt derew e û zimanê perwerdehiyê Tirkî ye. Ango îddîa qebûl kir. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay jî ji bo anonsa bi Kurdî pêşniyazname da lê Wezareta Veguhestinê bersiv da ku “Kurdî ne zimanê hevpar e.”

Di pêvajoya çareseriyê de AKP’ê zextên li ser Kurdî sist kir lê piştî hewldana darbeya di sala 2016’an de mirov dikare bibêje ku hemû saziyên bi Kurdî bûn hedef. Herî zêde di van deman de zext çêbû. Li şaredariyên ku qeyyûm li ser wan hate peywirdarkirin tabelayên bi Kurdî hatin rakirin, di demeke nêz de jî nivîsên bi Kurdî yên ji bo peya û rêyan jî hatin jêbirin. Li kolanan kesên bi Kurdî axivîn û stranên li dawetan jî wekî salên 1990’î bûn hedef. Bi tenê rewşa piştî sala 2016’an diyar dike ku asîmîlasyon û zextên li ser Kurdî çiqasî zêde bûye.

SÊ CARAN HATE MOHRKIRIN

Zextên li ser Kurdî di pêvajoya çareseriyê de jî hatibû destpêkirin. KURDÎ-DER, MAPER û Egîtîm-Senê di sala 2014’an de li Baglara Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, li Cizîra Şirnexê Dibistana Seretayî ya Bêrîvan, li Gevera Colemêrgê jî Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş vekir. Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê jî roja ku hate vekirin dozgeriyê xwest mohr bike û bigire. Xwendekar û malbatan mohra dibistanê rakirin û perwerdehiya bi Kurdî domandin. Dibistan 3 caran hate mohrkirin. Piştî ku di sala 2016’an de qeyyûm li ser şaredariya Cizîrê hate peywirdarkirin perwerdehiya bi Kurdî sekinî.

Dibistana Ferzad Kemanger a ku li Amedê di sala 2014’an de perwerdehî dida 250 zarokên 5-11 salî bi KHK’ya nimreya 677’an hate girtin. Dibistana Elî Herîrî ya ku li Amedê perwerdehiya bi Kurdî dida jî hate girtin. Koleja Dîcle Firat a li Amedê jî di sala 2016’an de hate girtin.

DIBISTANA 800 XWENDEKARAN KIRIN QEREQOL

Li Gevera Colemêrgê jî Dibistana DayikaUveyîş ya ku mufredata wê ji aliyê KURDÎ-DER’ê hatibû amadekirin bi peywirdarkirina qeyyûm re bi dawî bû. Dibistana ku herî kêm 800 zarok lê perwerde dibûn di nava pêvajoyan de bandora wê hate şikandin. Di sala 2016’an de bi qedexeyên derketina derve re, cihê li Parka Apê Mûsa perwerdehî lê dihate dayin jî hate girtin û kirin qereqol.

Li Kerwasa Licêya Amedê jî dibistana bi Kurdî ya 4 kat di dema operasyonên qedexeya derketina derve de di Nîsana 2017’an de bi kepçeyan hate rûxandin. Kreş û Zarokistan ên ku bi Kurdî perwerdehî didan û şaredariyên DBP’ê piştgiriya wan dikir jî ji aliyê qeyyûman ve kirin saziyên ku bi Tirkî perwerdehiyê didin an jî kursên Quranê.

Li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê jî ji ber îxracên KHK’ê beşa Kurdolojî ya di bin banê‘Enstîtuya Zimanê Zindî’ jî bandora wê hate şikandin.

KOMELEYÊN HERÎ KEVN JÎ HATIN GIRTIN

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji sala 1992’an ve li ser ziman, wêje û dîroka Kurdî dixebite, bi KHK’yê re hate girtin. KURDÎ-DER a ku di sala 2006’an de li Amedê hatibû avakirin û li 37 cihan şaxên wê heû jî bi KHK’ya nimreya 677’an hate girtin. Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî û Komeleya Nivîskarên Kurd jî hate girtin.

Ji xeynî sazî û akademiyan gelek Tv û radyoyên bi Kurdî weşana xwe dikirin jî hatin girtin. Denge Tv, Jiyan Tv, Van Tv, Zarok Tv û gelek radyo bi KHK’yan hatin girtin. Hemû saziyên bi Kurdî perwerdehî didan û weşan dikirin jî bûn hedefa van êrîşan.

LI KOLANAN JÎ ÊRÎŞ

Piştî Rewşa Awarte ya 15’ê Tîrmehê sazî û qadên ku Kurdî lê dijiya hate tasfiyekirin û li kolanan jî êrîş hatin kirin.

Di sala 2013’an de li Stenbolê Ridvan Îşler bi hinceta ku bi Kurdî axivî, komeke nijadperest êrîşî wî kir. Di sala 2014’an de li Kaşê komeke 15 kesî ji ber ku bi Kurdî axiviye êrîşî Mahîr Çetîn kir û ew kuştin. Dîmenên kamerayê yên êrîşa li ser Mahîr Çetîn piştre derket holê. Di dîmenan de dihat dîtin ku 15 kesan êrîşî Mahîr Çetîn kirine.

Di sala 2015’an de jî li Kagithaneya Stenbolê ji ber ku li rawestgeha otobusan bi Kurdî axivî, 6 kesan bi kêran êrîşî Sedat Akbaş kir û Akbaş kuştin. Şaredariya AKP’ê ji bo cenazeyê Akbaş wesayîta cenaze neda û cenazeyê wî bi otobusê şandin Êlihê.

Fîkret Aydemîr ê li Agiriyê leşker bû, ji ber ku bi Kurdî axivî leşkerên nijadperest êrîşî wî kirin. Aydemîr demeke dirêj li nexweşxaneyê tedawî bû.

SILAV Û MUZÎKA BI KURDÎ BÛ SEDEMA ÊRÎŞAN

Li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Martê ya Çanakkaleyê Ekrem Yaşli yê 71 salî ji ber ku bi hevjîna xwe bi Kurdî axivî êrîşî wî hate kirin.

Di 16’ê Kanûna 2018’an de li Hendeka Sakaryayê ji ber ku bi Kurdî axivî êrîşî Kadîr Sakcî hate kirin, kurê wî Bûrhan Sakcî jî bi giranî birîndar bû.

Li Karasûya Sakaryayê Şîrîn Tosûn jî di 21’ê Tebaxa 2019’an de ji ber silava bi Kurdî bi çekê êrîşî wî hate kirin.Tosûn hate qetilkirin.

Herî dawîn li Taxa Alsancak a Etîmesgûta Enqereyê Bariş Çakan ê 20 salî ji ber guhdarîkirina muzîka bi Kurdî êrîşî wî hate kirin. Êrîşkaran kêr li dilê Çakan da û ew kuştin.

Ev hemû bûyer di medya û medyaya dîjîtal de derket holê lê walîtî û peywirdarên dewletê veşartin ku ev êrîş ji ber Kurdî hatine kirin.

Êrîşên li ser Kurdî ji dawetan heta maçên fûtbolê jî domiya.Di sala 2018’an de ji ber muzîka bi Kurdî hate lêdan polîsan girtin ser daweta li Narlidereya Îzmîrê. Polîsan sazbend destgîr kir.

Di heman salê de 36 HDP’yiyên ji bo kongreyê diçûn Enqereyê ji ber ku strana ‘Serhildan jiyan e’ strandin, Gerînendetiya Emniyetê ji bo îfadeyê bangî wan kir.

Di maça Play Off a Lîga Sêyemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de Tîma Fûtbolê ya Jinan a Kayserî Gençlerbirlîgî û Tîma Fûtbolê ya Jinan a Şaredariya Êlihê derketin maçê. Rêveberên Tîma Êlihê diyar kirin ku piştî maçê êrîşî wan hate kirin. Dîrektorê Teknîkî yê Tîma Jinan a Şaredariyê diyar kir ku fûtbolvanên tîma wan di maçê de bi Kurdî bi hev re axivîne û fûtbolîstên tîma hember jî çûne ji hakim re gotine bi Kurdî çêrî me kirine û ji ber vê di maçê de alozî derket.