Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez li ser tecrîdê û rewşa Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

Îbrahim Bîlmez destnîşan kir ku tu mînaka tecrîda Îmraliyê nîne û da zanîn ji 25’ê Adara 2020’an û vir ve tu agahî ji muwekîlên xwe nagirin û ev rewş fikarên wan zêde dike.

Parêzerê Rêber Apo diyar kir ku rewşeke bi vî rengî li tu dewleteke girêdayî hiqûqê nayê dîtin û destnîşan kir ku êdî ew tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê nikarin rave bikin

Îbrahim Bîlmez wiha dewam kir:

Zordestiya li Îmraliyê bi rastî dewsa hiqûqê girtiye. Heke hiqûq nebe, zordestî heye. Ji bo em bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin tu cih nemaye me serî lê neda. Hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de muxatabên me zelal in. Lê serlêdanên me her dem bê encam maye.

Li Bursayê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, daraza înfazê û rêveberiya girtîgehê heye. Dema mijar dibe Îmralî hiqûq bi carekê tune tê hesibandin.

Piştî erdhejên Gemlîkê tevî gelek serlêdanên me, me encamek bi dest nexist. Em behsa Îmraliyê dikin ku ev girtîgeh di nava behrê deye ku ji aliyê erdhejê ve cihekî talûke ye. Lê bersiv nadin serlêdanên me, li ber me dîwarek heye.

Di vê çarçovê dev ji aliyê wê yê hiqûqî berdin, êdî aliyê mirovî û etîk jî tune dihesibînin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez da zanîn Tirkiye nepejirandina biryarên DMME’yê bi mûwekîlên wan Abdullah Ocalan re daye destpêkirin û bi bîr xist ku ev bêhiqûqî her ku diçe berfireh dibe û bandor li biryarên din jî dike û wiha pêde çû.

Heta niha biryarên binpêkirina mafan ên Dadgeha Destûra Bingehîn jî nehatine bicihanîn. Ne pêkan e em bêdengiya li hemberî tecrîda Îmraliyê fêm bikin. Em ji temenê wî û şert û mercên girtina wî gelek ditirsin û em dixwazin qanûn bê sepandin û di zûtirîn demê de bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Emê careke din serî li Wezareta Edaletê bidin. Her kesê ku hiqûq û edaletê diparêze, divê li dijî zilma li Îmraliyê derkeve