Li gorî anketekê, li herêma Soran a wîlayeta Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ji sedî 91 bêkar in.

Li Başûrê Kurdistanê salên dawî pirsgirêkên aborî zêde bûn. Nelirêtiya rêveberan, nedayina mûçeyan û kêmbûna derfetên aboriyê yên şêniyên herêmê, dawiya salê bû sedem ku li gelek bajaran xwepêşandanên şermezarkirinê bên lidarxistin.

Ji Meclîsa Ciwanan a Herêma Soran Şehîme Cewhêr ji Rojnewsê re axivî û bal kişand ser anketeke ku li herêma Soran di nava 360 ciwanî de hate kirin.

Li gorî Cewhêr, ji sedî 91 ê ciwanan bêkar in. Piraniya van jî ya zanîngeh qedandine, yan jî kesên ku perwerdeya xwe qedandine.

Cewhêr got, “Encamên vê anketê nîşan dide ku rêjeya bêkariyê gelekî bilind e.”

Ji rêveberiya Meclîsa Ciwanan Perwîn Mehmûd jî diyar kir ku bêkarî gihîştiye asteke metirsîdar û destnîşan kir ku ciwan li şûna ku kar ji hikumetê hêvî bikin, divê derfetên kar bi xwe biafirînin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê ye Federal daneyên fermî yên li ser bêkariyê eşkere nake. Lê belê li gorî rêxistinên civakî yên sivîl bêkarî roj bi roj zêde dibe.