Parlamentoya Ewrûpayê, namzetên Xelata Sakharov a 2023’yan diyar kir.

Xelata Sakharov a ku xelata herî bilind a mafên mirovan a Yekîtiya Ewropayê ye, her sal ji aliyê Yekitiya Ewrûpayê ve tê dayîn.

Her sal aktîvîstekî mafên mirovan hêjayê xelatê tê dîtin.

Îsal li ser pêşniyarên 3 komên siyasî yên parlamentoyê ji bo xelatê Jîna Eminî û tevgera JIN JIYAN AZADÎ weke namzet hate nişandan.

Her wiha ji Ugandayê aktîvîst Vanesa Nakate, Ji Polonyayo Jstyna Wydrzynska, ji El Salvador Morena Herrera û ji Dewletên Yekbuyî yên Amerikayê jî Colleen McNichols weke namzet hatin nişandan.

Xwediyê xelatê wê di meha Cotmehê de bê eşkerekirin.

Merasîma xelatdayînê jî wê di Civîna Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê, di meha Kanûnê de li Strasboûrgê bê lidarxistin.

Xelata Saxarov ji 1988’an ve tê dayîn, her sal aktivistek ve xelatê digire.