Ji bo işaret bi berxwedana grevên birçîbûnê were kirin, li gelek bajarên Elmanyayê û li paytexta Swêd Stockholmê 7 hezar find hatin vêxistin.

Bi banga YJK-E’yê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiya vêxistina findan hate lidarxistin.

HILDESHEIM: Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Şehîd Meryem çalakî hate lidarxistin. Ji bo 7 hezar berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne bi findan hejmara 7000 hate nivîsandin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û wêneyên berxwedêran hatin hildan.

SALZGITTER: Li bajarê Salzgitterê jî çalakiya vêxistina 7 hezar findan li meydana Stadtmonumentê pêk hat. Çalakgeran afîşên kesk, sor û zer li dora findan bi cih kirin.

MANNHEIM: Li bajarê Mannheimê, Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan li ber HBF’ê find vêxist. Di çalakiyê de posterên berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin hildan û belavok hatin belavkirin.

CELLE: Li bajarê Celle yê Elmanyayê, ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê, li ber dêra mezin a bajêr çalakiya vêxistina 7 hezar findan pêk hat. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Celle, Mala Êzidiyan û Antî-fa tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ku find hatin vêxistin, li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin. Ciwanan her wiha pankartên bi nivîsên “Hungerstrike for Freedom, wir lieben das Leben so sehr, dass wir bereit sind, dafür zu sterben” hildan.

FRANKFURT: Çalakiya vêxistina findan a li Frankfurtê jî li meydana Hauptwacheyê pêk hat û bi dehan kes tevlî bûn. Çalakgeran êlekên bi nivîsa ‘Em di greva birçîbûnê de ne’ li xwe kirin û wêneyên berxwedêran hildan.

KOLN: Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, bi dirûşma ‘Ji bo pêşîgirtina li mirina mirovan tu jî findekê vêxe’ çalakiyek pêk hat. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Viyan ve hate lidarxistin û li ber Dêra Domê pêk hat. Çalakgeran bi pankartan bal kişandin ser rewşa 7 hezar girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Ocalan li girtîgehên Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de ne.

BONN/LEVERKUSEN: Li bajarên Bonn û Leverkusen ên Elmanyayê jî heman çalakî hate lidarxistin. Çalakiya li Bonnê li meydana Munster Platzê, ya Leverkusenê jî jî li ber Rathaus Galeriayê pêk hat. Find hatin vêxistin, pankart hatin vekirin û belavok hatin belavkirin.

LAHR: Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lahrê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ku li Marktplatzê pêk hat, wêneyên Ocalan û çalakgerên greva birçîbûnê hatin hildan.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê jî, çalakiya 7 hezar find a ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê pêk hat. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya hikumeta Swêdê û raya giştî ya dinyayê hate şermezarkirin. Jinan bi findan hejmara 7 hezar nivîsîn û bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê. Swêdiyên ku bala wan çû ser çalakiyê, wan jî find vêxistin û piştgirî dan çalakgeran.