Jinan li ber avahiya Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya rûniştinê li darxistin.
Li vir bang li civaka navnetewî, mafê mirovan û saziyên alîkariya mirovî kirin.
Çalakî ji aliyê komeleya çand û civakî ya Newroz ve hatî organîzekirin.
Endamên, sendikaya giştî ya karkeran jî di nav de hejmarek zêde ya komele û endamên sendikayan tevli çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de dem dem dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Ji Ocalan re Azadî’ hatin bilind kirin.
Derbarê komployê de axaftin hatin kirin.