Serokwezîr Borîs Johnson ku ji meha Tîrmehê dema destpêkirina wezîfeyê û vir ve di mijara derketina ji Yekîtiya Ewropayê (Brexîtê) de gelek derb xwar, tengav bûye.

Li Kamara Avamê dengdanek hate kirin û biryar hate wergirtin ku belgeyên veşartî yên der barê encamên Brexîta bêyî lihevkirinê bên weşandin. Di dengdanê de 311 parlamenteran dengê ‘erê’ û 302 parlamenteran jî dengê ‘na’ bi kar anîn.

Bi biryarê re her wiha tê xwestin ku hikumet hevdîtin û axaftinên der barê plana betalkirina hikumetê ya ji bo pênc hefteyan jî bên weşandin.

Bi vê biryarê re Johnson di mijara Brexîtê de derbeke din xwar. Herî dawî Qralîçe Elîzabeth a Duyemîn pêşnûme qanûna ku Brexîta bêyî lihevkirinê asteng dike pejirandibû. Bi vî rengî soza Johnson a derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê ya bêyî lihevkirinê têk çû.