Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, PDK bi rengekî neyînî nêzî bangên ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî bû û karê ji bo kongreyê sabote kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de ya ji bo ANF’ê, sedema pêknehatina Kongreya Neteweyî, şer û tifaqên PDK-YNK û PKK’ê nirxand.

19’ê Gulana 1992’an li Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlamentoyê hate kirin. Biryara yekem a ku hikûmeta Başûr ku 28’ê Hezîranê hate îlankirin, biryara şerê li dijî PKK’ê bû. Cotmeha 92’an şer destpê kir. Hûn dikarin qala wî şerî bikin?

Di Tebaxa 1985’an piştî vekişîna ji protokula tifaqê ya hatî îlankirin şunde, têkiliyên di navbera PDK-PKK’ê de aloz û bi şer bû. Şer ne tenê 1992’an de çêbû, di rastiyê de di rojênsala 1985 an heta 86-87 û bihara 88’an dom kir. Şerê Iraq-Îran rawestiya, Seddam komkujiya Helebece, êrîşên Enfalê pêşxist heta pêvajoya PDK’ê ya koçberiya ji Başûrê Kurdistanê heta Rojhilat û Bakurê Kuridstanê dom kir. PKK jî bi plankirî tu êrîşek pêk ne anî. Ji sala 85 heta bihara 88’an ti bûyerek weke mînak nayê nîşandan. PKK’ê her tim xwest veşartî bimîne, xwe biparêze, ne bingehê êrîşên PDK’ê û xwest şer û alozî zêde nebe. Aliyê êrîş dikir her tim PDK bû. Xwest li Başûrê Kurdistanê li pêşiya PKK’ê bibe asteng û PKK ji Başûr sûd negre. Bi girtina sînor re xwest li pêşiya hêzên PKK’ê bibe asteng û PKK ji sînorê Tirkiye-Iraqê sûdê negre. Di nava vê de di rastiyê de bi desteka TC’ê girtî bi awayekî zanebûn hewldanên mezin kirin. Sekna giştî ya partiyê wiha bû. Di nava partiyê de hinek hêz bi van êrîşan re derketin pêş. Rewşên takekesî jî bandora xwe li vê dikir.

Di bihara 88’an de şerê Îran-Iraq bidawî bû, li Başûrê Kurdistanê di encama êrîşên Saddam de hêzên PDK-YNK’ê neçar man paşve vekişin ev rewş hinek guherî. Heta salên 90’î wiha diom kir. Di rewşekî wiha de hêzên PDK’ê neman. Li ser sînro li zemînê Behdînanê hemû gerîlayên PKK’ê man. Êdî dema ‘Hêza Kurd’ dihate gotin, yên ku xaka xwe ne berdan, li dijî êrîşên ji başûr ji bakur nûnertiya Kurd dikir, yekane hêza ku ji bo Kurditiyê liber xwe dida gerîlayên PKK’ê bûn. Bandoriya PKK’ê çawa li Bakur hebû li Başûr jî di nava civakê de pêşket. Di rastiyê de heta serhildana 91’an rewş wiha bû.

PIŞTÎ KU SADDAM VEKIŞIYA BAŞÛR BI TEMAMÎ VALA MA

Di serhildana 91’an de rewş guherî. Di encama êrîşa DYE’yê de Saddam Huseyîn hêzên xwe yên li Kurdistanê vekişand Bexdayê û Kurdistan bi temamî hate valakirin. Piştî pêvajoyekî diyar bi desteka hêzên derve ji nû ve hêzên PDK-YNK’ê anîn li cihên ku dewleta Iraqê valakirine PDK û YNK hatin bicih kirin. PDK rêxistinekî Behdînanî bû, hê bêhtir li derdora Dihokê bû. YNK rêxistinekî Soranî û li Silêmanî û derdora wê bû. Beşeke girîng ê Hewlêrê dibin bandora YNK’ê de bû. Bi vê re dibin kontrola herdu hêzan de ku îro jî didome xwestin rêveberiya Başûrê Kurdistanê ava bikin.

Piştî artêşa Saddam Huseyîn hate şikandin û hêzên li Kurdistanê vekişand Bexdayê li Başûrê Kuridstanê demekê bê dewletî çêbû û bû herêmekî vala. Di demekî wiha de PKK’ê li Bakurê Kuristanê Şoreşa Vejîna Netewî dabû destpê kirin û serhildan çêdibûn. Sîstema dewletê ya desthilatdarî yan jî hêzên modernîteya kapîtalîst ku li ser Kurdistanê desthiltdariya qirker-mêtînger dikirin tirsek mezin ya wan hebû ku PKK Başûrê Kuridstanê bigre destê xwe. Difikirin ku gerîlayên PKK wê ji rewşa valahiya li Başûrê Kurdistanê sûd bigre û bi giştî bigrin dest. Ji bo pêşî li vêya bigrin bi lezgîn PDK û YNK ya ku di rewşa koçberiyê de bûn dîsa veguhestin Başûrê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê li PKK’ê bigrin xwestin rêveberiya hewyî ava bikin. Bi navê ‘Operasyona Hêza Çekîç’ bi pêşengiya DYE’Yê sîstemekee ya parastinê ku TC jî aktîv di nav de bû pêşxistin. Bi sepandina îtîfaqa PDK û YNK’ê ku navenda wê Hewlêr e rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya di roja me de ava kirin.

BIRYARA WAN A DESTPÊKÊ EW BÛ KU PKK WEKE ‘RÊXISTINA TERORÊ’ PÊNASE KIRIN

Bi avakirina vê rêveberiyê re di rastiyê de armanca wan pêşî lêgirtina bandoriya PKK’ê ya li Başûrê Kurdistan û PKK’ê asteng bikin. Sîstema mêtînger a gerdûnî ya 79’an biryar girtibû ku ‘PKK derbasî Mêrdinê nebe, nekeve Botanê’. Bi ‘Operasyona Hêza Çekîç’ a 1991’an heman sîstema mêtînger a gerdûnî biryar dabû ku ‘PKK nekeve Başûrê Kurdistanê, divê sînorên Başûrê Kurdistanê ji PKK’ê re were girtin’. Ji bo vê valahiya ku di encama zeyîfkirin rêveberiya Saddam Huseyîn de xwestin bi rêxistinkirina PDK-YNK’ê vê valahiyê tejî bikin.

Dewleta heyî rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser vî bingehî ava bû. Palpiştên wê DYE û TC bû. TC ji xwe li dijî PKK’ê şer dikir. Di bingehê PDK û YNK li dijî PKK’ê şer bike destek dan û rêveberiya wan pejirandin. Avakirina rêveberiyekî ku navenda wê Hewlêr be qebûl kirin. Piştî ku şeklê rêveberiyê diyar bû meclîs ava bû û rêveberî hate avakirin biryara yekemîn ‘Naskirina PKK’ê weke rêxistina terorê û derxistina wê ji Başûrê Kurdistanê’ bû. Li ser vî bingehî bi desteka DYE bi hêzên TC-PDK û YNK’ê planek hevpar kirin ji bo ku PKK’ê ji sînorên Iraq-Tirkiyeyê derbixin êrîşekî leşkerî ya berfireh kirin.

Dewleta heyî rêveberiya Başûrê Kurdistanê li ser vî bingehî ava bû. Palpiştên wê DYE û TC bû. TC ji xwe li dijî PKK’ê şer dikir. Di bingehê PDK û YNK li dijî PKK’ê şer bike destek dan û rêveberiya wan pejirandin. Avakirina rêveberiyekî ku navenda wê Hewlêr be qebûl kirin. Piştî ku şeklê rêveberiyê diyar bû meclîs ava bû û rêveberî hate avakirin biryara yekemîn ‘Naskirina PKK’ê weke rêxistina terorê û derxistina wê ji Başûrê Kurdistanê’ bû. Li ser vî bingehî bi desteka DYE bi hêzên TC-PDK û YNK’ê planek hevpar kirin ji bo ku PKK’ê ji sînorên Iraq-Tirkiyeyê derbixin êrîşekî leşkerî ya berfireh kirin.

LI HEFTANÎNÊ BI MEHAN BERXWEDANEK HATE KIRIN

Ji bo vê jî xwestin hêzên gerîla yên li van qadan dorpêç bikin û bipelixînin. Berxwedanekî girîng bû. Li Haftanînê berxwedanekî bi qehremanî ya ku hefteyan dom kir hate kirin. Li Zapê jî hêzên me li berxwe dan. Li Xakurkê jî destpêkê berxwedanekî girîng çêbû. Lê piştî ku ji piştre bi artêşa Tirk û hêzên pêşmerge re rewşa dorpêçkirina baregehên gerîla hate pêşxistin-niha jî di rewşa heyî de derdikeve holê- meyla teslîmbûyîna ya oportunîst Ferhat pêşket. Li van herêman peymanekî ku paşve vekişînê qebûl dikin hate îmze kirin.

Beşek girîng ên hêzên li Xakurkê li ser vî bingehî veguhestin qada Zele. Ji bo Haftenînê çend tabûrek hate şandin. Di rastiyê de hêza paşve mayî ya Haftanînê vekişiya Botanê. Hêzên Zap-Avaşînê vekişiyan aliyê Zagrosê. Beşek yê hêzên Xakurkê jî vekişiyan sînorê Şemzînanê, lê beşek yê wê di encama xeta teslîmbûnê ya Ferhat de vekişiyan herêma Zelê.

Kampek bu ku YNK lê birêxistinkirî bû, li ser bingehê peymana PDK û YNK’ê wê gerîlayên PKK’ê dibin kontrolê de weke nîv girtî were girtin. Wê li herêma çiyayî ya strastî ku Bakur û Başûrê Kurdistanê digihîne hev bandoriya gerîla tine bike. Paşve vekişînekî diyar çêkirin. Baregeh zeyîf kirin lê piştî çend mehan gerîla dîsan giranî dan heman qadan û bandoriya ku windakirî dîsan li van qadan pêşxistin.

Di civîna 95’an de ya li Dûblînê di bin çavdêriya Tirkiyeyê de rewşekî nû dabûn Başûrê Kurdistanê. Piştî civîna Dûblînê Barzanî bi fermî artêşa Tirk vexwand Başûr. Piştî Dûblinê û Washingotê hinek civînên din hatin lidarxistin. Taybetmendiya bingehîn ya wê pêvajoyê çi bû?

Ev pêvajo pêvajoyekî dîrokî bû. Divê em pêşketina wê di çarçoveya xeleka bingehîn de baş fam bikin. Yekîtiya 1992’an b pêşengiya DYE’yê hêzên derve pêk anî. Lê PDK û YNK ji salên 75’an şunde heta beriya wê ji ber şer û aloziya nava wan de nêzî hev ne dibûn û bi şer bûn. Heta sala 1991’an ev rewşa şer dom kir. Piştî ku 91’ê bandoriya Saddam Huseyîn a li ser Kurdistanê hate şikandin ji nû ve anîna hêzên PDK û YNK’ê hêzên navnetewî hê behtir DYE ne şerê bi hev re têkilî û îtîfaq şer danîbû pêşiya wan. Digotin; ‘Hûnê li dijî PKK’ê derbikevin, hûnê bibin yek.’

Di encamê de hikûmet û meclîsekî hevpar ku navenda wê Hewlêre hate avakirin. Di hikûmetê de YNK bi bandor bû. Serokwezîrtî di destê YNK’ê de bû. Serokatiya herêmê pitşre bû fermî, dibin bandora PDK’ê de bû, lê di aliyê hakimyeta herêm û hêz de YNK hê bêhtir bi bandor bû. Navenda hikûmetê Hewlêr bû. Ji ber di aliyê xwezayî de civaka Soranî palpişt bû ji ber wê li Silêmaniyê bandoriya YNK’ê hebû. PDK tenê li Dihok û derdora wê bi bandor bû, lê lihev kiribûn, bi hev re diçûn hilbijartinê. Parlamentoyekî ku ji 100 kesan diyar kiribûn, 50 PDK û 50 YNK namzet nîşan dida û wana qezenç dikir. Bi vî awayî nûnertiyekî wekhev didomandin.

Ev yekîtî di bihara 1994’an de xirab bû. Ez tam baş nizanim çima xira bû, lê hikûemta li Hewlêrê belav bû, îtîfaqa PDK-YNK’ê parçe bû, şerê hevkirin û di encamê de hikûmet belav bû, her partiyekê hikûmeta xwe ava kir. PDK vekişiya Dihokê û hikûmetekî nû weke hikûmeta PDK’ê ava kir. YNK’ê jî li Hewlêr hikûmeta xwe ava kir. Hewlêr di destê YNK’ê de bû. Bi vê re YNK li Hewlêr û Silêmaniyê, PDK jî li Dihokê hakim bûbû. Di demên diyar de di nava wan de şerekî tund çêbû. Piştre hinek aliyên derdor ketin navberê û rewşa şer ji holê rakirin lê rewşa bi nakok ya herdû hêzan a bi hev re, rewşa aloız ji holê ne rabû. Dîsan parçebûna ji duyan dewam kir.

SALA 1995’AN ŞERÊ DUYEMÎN Ê BAŞÛR DEST PÊ KIR

Ev rewş heta sala 96’an wisa bû. Di sala 94’an de dema ku parçebûnek pêk hat, her du hez li ser Başûrê Kurdistanê bandora wan kêm bû. Li ser vî tiştî DYE û TC ketin dewrê û gotin “Hûn parçe dibin û hûn bandora xwe kêm dikin. PKK ji vê qelsbûna wê sûdê werdigire. Ji be vê bibin yek û bi hev re li hemberî PKK’ê şer bikin.” Ev parçebûn xisar da TC û DYE’yê. Ji bo ku wan bînin ba hev di havîna 1995’an de li Dûblînê ya ku paytexta Îrlandayê ye, di navbera PDK û YNK’ê de hevdîtin dan destpêkirin. DYE û TC’yê ev hevdîtin amade kirin. Heyetên PDK û YNK’ê tevlî hevdîtinê bûn. Di vê hevdîtinê de hate nîqaşkirin ku divê PDK û YNK’ê werin ba hev û li dijî PKK’ê şer bikin.

Li ser vî esasî Rêber Apo rêveberiyên PDK û YNK’ê hişyar kir û got “Em ne li dijî vê yekê ne ku hûn bibin yek, lê nabe ku hûn hemberî PKK’ê bibin yek. Bi piştgiriya DYE û TC’yê hûn li hemberî PKK’ê bibin yek, wê ev tişt bibe îxanet, em ê hesabê vî tiştî bipirsin. Dev ji vê tifaqê berdin, werin bi PKK’ê re tifaqê bikin, heke hûn dixwazin yekîtiyê ava bikin bila PKK piştgiriyê bide we. Têkiliyê bi TC’yê daneynin,  têkiliyê bi PKK’ê re deynin. Bila ev tişt me bibe ber bi yekîtiya demokratîk a neteweyî.” Lê zêde li ser vî tiştî nesekinîn.

Dema ku li ser vî tiştî nesekinîn û hevdîtinên xwe domandin, di payîza 95’an de  ‘Şerê Başûr ê Duyemîn’ yê di navbera PKK û PDK’ê hate destpêkirin. Jixwe di sala 92’an de jî bi TC’yê re bûbûn yek û ji paş ve li PKK’ê dabûn. Divê hesabê vî tiştî jî bihata pirsîn. Lê divê komploya Dûblînê bihata xerakirin. Rêber Apo got “Ev tişt li hemberî PKK’ê komployek e” û ji bo ku xera bibe, hişyarî kir. Dema ku bi hevkariya TC’yê li hemberî PKK’ê bûn yek, ji bo xerabûna komploya li hemberî PKK’ê, şerekî din hate rojevê. Di payîza 1995’an de ji ber şerê di navbera PKK û PDK’ê hevdîtinên Dûblînê hate sekinandin û herdu alî ji hevdîtinan vekişiyan.  Tu encam derneket holê. Rêber Apo ev tişt dît û şer da sekinandin û agirbest îlan kir.

PIŞTÎ KU YNK’Ê XWE VEKIŞAND, PDK’Ê HEWLÊR BI DEST XIST

Di sala 1996’an de rewşeke wisa domiya.  Herdu aliyan dev ji yekîtiyê berdan û di havîna 96’an de PDK bi Seddam Huseyîn re li hev kirin û tankên Seddam anîn Hewlêrê. Li ser vî tiştî rêveberiya YNK’ê dev ji Hewlêrê berdan û reviyan Silêmaniyê. Piştre dev ji Silêmaniyê jî berdan û reviyan Rojhilatê Kurdistanê. Hêzên PDK’ê di vê rewşê de Hewlêr bi dest xistin. Piştre çûn Silêmaniyê jî bi dest xistin. Piştre hêzên derve ketin dewrê, PDK ji Silêmaniyê dan derxistin. YNK careke din ji Rojhilat derbasî Silêmaniyê bû. Silêmanî di destê YNK’ê de ma, lê PDK’ê Hewlêr neda. Vê carê Hewlêr û Duhok û di nav destê PDK’ê de ma. Herdu hêzan piştre rêveberiyên xwe amade kirin. YNK’ê li Silêmaniyê hikumeta xwe ava kir û PDK’ê jî li Hewlêrê rêveberiya xwe ava kir.

Dema ku li aliyekî ev tişt dibû, li aliyên din jî bi PKK’ê re têkiliyên wan hebû û hevkarî dikirin. Qaşo di sala 96’an de em bi hev re bûn û me digot wê ev tişt bidome. Lê di bihara 97’an de me dît ku PDK bi Seddam re li hev kirine YNK’ê ji Hewlêrê derdixînin û li aliyê din jî PDK bi TC’yê re li hev kirine û li hemberî PKK’ê dest bi operasyoneke din kirine. Me ev tişt di êrîşa Zapê ya di 14’ê Gulana 1997’an de dît. Hêzên TC’yê ji bo bidestxistina Zapê û Biryargeha Navendî ya ARGK’ê hilweşînin, êrîş dabûn destpêkirin. Me dît ku PDK jî ji Başûr alîkariyê dide vê êrîşê û operasyonê bi hev re bi rê ve dibin. Li Dûblînê komplo xera bûbû lê di sala 96’an de bi awayekî veşartî têkilî danîne û tifaqek amade kirine.

Li hemberî vî tiştî gerîla li ber xwe da. TC’ê êrîş kir û ket Zapê. PDK’ê Qetlîama Hewlêrê kir. Bi deha kadro û sempatîzanên PKK’ê qetil kir. Fermandariya ku operasyon bi rê ve dibir, gerîla bi fuzeyan li wan da û di dawiya Gulanê de hêzên TC’yê vekişiyan. PKK li Behdînanê xurt bû. Piştre PDK’ê bi TC’yê re têkiliyên xurt danî û ji serê Cotmeha 97’an dest bi êrîşeke nû kir. Ji bo vê êrîşî amadekariyeke mezin kiribûn û Başûrê Kurdistanê ji hêzên TC’yê re vekiribûn. Balefirên şer ên Tirkiyeyê li her derê dan. Tankên Tirkan heta Diyana, Qasrê, Sîdeka û Haci Umranê hatin. Artêşa Tirk bi tank û balefirên di destê xwe de axa di nav destê PDK’ê de parast. Xwestin li van deran PKK’ê têk bibin û serweriya PDK’ê xurt bikin. Ev şer heta 1’ê Îlona 1998’an domiya.

SALA 1997’AN LI DYE’YÊ KOMPLOYÊ DEST PÊ KIR

Di şerê 97’an de PKK û YNK’ê tifaqek kirin. Dema ku wisa bû DYE kete dewrê û xwest vê rewşê tune bike. Ya rast di çarçoveya êrîşa komploya navneteweyî de, xwestin PDK û YNK’ê bikin yek û ketin nav hewldana tifaqekê. Di 1’ê Îlonê de PKK’ê agirbest îlan kir. Rêber Apo piştî ku di 1’ê Îlona 1998’an de agirbest ragihandin, qaşo wê çareseriya siyasî pêk bînin di 17’ê Îlonê de Rêveberiya DYE’yê Mesût Barzanî û Celal Talabanî birin Washîngtonê û bi wan re hevdîtin kirin. Careke din peyama yekîtiyê ava kirin û herdu hêz wekî di sala 92’an de diyar kirin ku divê PKK  ji Başûrê Kurdistanê hêzên xwe bikişîne. Ya rast pê li bişkoka komploya navneteweyî kirin. Rêveberiya DYE’yê xwe spart vê biryarê û di 9’ê Kewçêra 1998’an de li hemberî Rêper Apo komploya navneteweyî dan destpêkirin. Heta 15’ê Sibata 1999’an ev domiya. Di 17’ê Îlona 1998’an de peymana Washîngtonê şibiya wekî ya di 92’an de. PKK’ê her dem ev tişt digot “Em ne li dijî vî tiştî ne ku, hûn bibin yek. Lê heke ji bo têkbirina PKK’ê hûn bibin yek, em ê vî tiştî qebûl nekin. Ev tişt wê were wateya şerê li dijî PKK’ê , wê PKK jî xwe biparêze.” Jixwe piştre şer jî çêbû.

PDK li hemberî endamên tevgera wê hin êrîş kirin. PDK’ê li Hewlêr û Avaşînê nexweş û birîndarên we qetil kir. Ev qetlîam çawa pêk hat, bi van êrîşan armanca wan çi bû?

Qetlîamên Avaşîn û Hewlêrê di sala 1997’an  de pêk hatin. Di 14’ê Gulana 1997’an de TC û PDK’ê xwestin Biryargeha Navendî ya PKK’ê bikin hedef. Biryargeh li Zapê bû. Ji bakur û başûr xwestin dora Zapê bigirin. Artêşa Tirk li ser vî esasî êrîş kir. Pêşmergeyên PDK’ê jî ji başûr alîkarî dan. Di 16-17’ê Gulanê de li ser xeta Hewlêr û Xakurkê gelek hêz girtin jî li Hewlêrê li ser birîndarên ku tedawî dibûn, qetlîam kirin. Qetlîama Hewlêrê di nav vê pêvajoyê de pêk hat. Heta 14’ê Gulana 1997’an tifaqa PKK û PDK’ê hebû. Di 3’ê Adara 1995’an de Rêber Apo banga agirbestê kir û ji bo tifaqa bi PDK’ê re dest bi xebatên têkiliyan kir. Heyetên PKK û PDK’ê di zivistana 95-96’an de li Hewlêrê hin hevdîtin kirin û protokolek îmze kirin. Ji xeynî protokola di sala 82-83’an,  di sala 95-96’an de jî protokolek hate kirin. Piştî şer heyetê hevdîtin domand û li ser gavên di pratîkê de li hev kirin. Di sala 96’an de PKK li gorî vê peymanê tevgeriya û PDK dost û mutefîkê wê bû. Gelek gotegot hebûn lê me digot tifaqa me heye. TC’yê di 14’ê Gulana 1997’an de dema dest bi operasyonê kir, gelo PDK di nav vî tiştî de ye yan na, me baş fêm nekir. Lê piştre me dît ku PDK jî di nav vî tiştî de ye û ji başûr dorpêç dike. Gerîla wê demê li herdu hêzan dan. PDK’ê jî li Hewlêrê qetlîam kir. Tu îzah û ravekirina qetlîama Hewlêrê tune. Bi tu awayî nayê parastin.

PDK’Ê GERÎLAYÊN LI HEWLÊRÊ TEDAWÎ DIBÛN QETIL KIR

Du rêxistin dikarin şer bikin, dikarin endamên hev bigirin. Di payîza 95’an de PKK’ê 150 pêşmerge girtibû, piştre peyman çêbû ew berda. Li hemberî wan tu zext nekir, ew nekuşt. Hemû bi awayekî sax teslîm kir. Di nav şer de kuştin çêdibe, ev tiştekî din e. Lê qetlîama Hewlêrê bi rastî jî qetlîameke hovane ye. Gelek hevalên birîndar û nexweş bûn, ji bo tedawiyê li Hewlêrê bûn. Mayîna wan a li Hewlêrê jî ji ber tifaqê bû. Bi darê zorê neçûbûn, bi destûr û agahiya PDK’ê çûbûn û tedawî dibûn. Divê rêveberiya PDK’ê vî tiştî rave bike. Heta niha her dem piştguh kirin lê divê îzah bikin.

Êrîşa li Avaşînê di payîza 97’an de hate kirin. Wê demê TC û PDK bi hev re êrîş kirin. Hemû qadên di bin kontrola PDK’ê de ji artêşa Tirk re hatibû vekirin. Lê bêtir artêşa Tirk kete Avaşînê. Artêşa Tirk  qetlîama li nexweşxaneya Avaşînê kir. PDK’ê jî rê nîşanî wan dida. Ji ber Barzanê heta xeta Mîrosê piştgirî dan vî tiştî. Artêşa Tirk nikaribû xwe bera nav Avaşînê bida. Lê qetlîama li Hewlêrê wan bi xwe kir û kesên birîndar qetil kirin. Cara duyemîn di Cotmeha 97’an de qetlîam kirin.

Di şer de dibe ku hêrs hebe, êrîşkarî hebe lê hiqûqa şer jî heye. Hêsîrên şer jî hene. Dema ku hêzên şer dikin, hinek kesan dîl bigirin divê wan biparêze. PDK’ê dikaribû tiştekî wisa bikira lê nekir. Kesên nexweş, birîndar û çek di destê wan de tune, qetil kir. Tevlî qetlîama TC’yê bûn û wan jî li Hewlêrê qetlîam kirin.

EWQASÎ DIJMINATÎ JI BO ÇI YE?

Divê PDK vî tiştî rave bike, ev ji dijminatiyê wêdetir e. Dijmin jî piştî şer dikin, dema li hev tên, hiqûqa dîl û hêsîran jî heye. Lê PDK li gorî vî tiştî tevnegeriya. Çima nefretek wisa dikin? Divê ew bi xwe rave bikin. Di nav Kurdan de nefreteke wisa tune. Ev tişt bi biryara rêveberiya wan hate kirin. Dijminatiya dewleta Tirk a li ser Kurdan tê zanîn lê diyar e ku PDK jî carinan dibe şirîk û hevkarê vî tiştî. Dema ku me tifaq ava kir, herdu aliyan sûd ji vî tiştî stendin. Lê dema ku mesele qetlîam be, hiqûqa mirovayetiyê jî binpêkirin? Ev dijminatî çima heye? Divê rêveberiya PDK’ê vî tiştî rave bike.

Piştre komploya navneteweyî tê destpêkirin. Rola PDK’ê di vê komployê de çi ye?

Rola PDK’ê di komployê de neyînî ye. Divê mirov vî tiştî baş diyar bike. Dema ku komplo hate kirin, PDK’ê li dijî PKK’ê şer dikir. Di 1’ê Îlona 1998’an de Rêber Apo agirbest îlan kir, qaşo wê hêzên TCyê li gorî vê agirbestê tevgeriya lê PDK li gorî vêya tevnegeriya. Heta bihara 99’an li gelek qadan êrîş dikir.

Ji aliyê din ve bi Peymana Washîngtonê ve, biryar bi PDK û YNK’ê dan dayîn û li hemberî PKK’ê şer dan destpêkirin. DYE’yê di komployê de hin hêzên din jî bi kar anî. DYE, Îsraîl û Îngîltereyê komplo amade kirin. Di komploya navneteweyî de herî zêde PDK û YNK hatin bikaranîn. Ji ber vê jî divê PDK û YNK Peymana Washîngtonê ya di 17’ê Îlona 1998’an de bi dawî bikin. Piştre gotin ‘PKK ne rêxistina terorê ye’ lê a niha PDK miameleya rêxistina terorê dike.

PDK’ê di pêvajoya komploya navneteweyî de piştgirî da êrîşên DYE yên li ser Rêber Apo. Welatên ku Rêber Apo çûbûyê, gelek agahî û belgeyên ku Rêber Apo xerab nîşan dide, pêşkêşî wan dewletan kir. PDK bû parçeyekî girîng ê şopandina DYE’yê. Di komployê de rola wê neyînî ye. PDK’ê gelek dosye pêşkêş kir û tevlî hevdîtinan bûn. Tê gotin ku Mesût Barzanî çûye Romayê û hevdîtin jî kiriye.

Lê we gelek caran banga yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî kir lê PDK bi taybet ji van tiştan direve. Hûn vêya çawa dinirxînin?

Piştî komployê pêvajo piçekî cihê bû. PDK li hemberî tevgera me bi bihistarî nêz bû. YNK di sala 2000’an de bi tifaqa bi Îranê re xwest PKK’ê têxe bin kontrola xwe. Di îlon û kanûna 2000’an de şerê YNK û PKK’ê çêbû. Di vê pêvajoyê de PDK xwest xebatên xwe xurt bike, li hemberî PKK bi baldarî tevbigere û bêyî ku şer bike, qadên di destê gerîlayan de bi dest bixe. Bêtir li ser xeta Bêhdînanê xwest vî tiştî bike.  Di vê pêvajoyê de diyalog jî domiya. Diyalog û hevdîtin hebûn. Car caran rêveberiya PDK’ê got “Wê careke din şerê birakujiyê pêk neyê” Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî gelek caran daxuyaniyên wisa dan çapemeniyê. Ev rewşên erênî ne. Di havîna 2006’an de xwest bibe navbeynkar. Di agirbesta 1’ê Cotmeha 2006’an de PDK û DYE rol wergirtin. Wê navbeynkarî bikirina  û ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk wê hêz û piştgirî bidana.

Di van deman de ji bo kongreya neteweyî gelek bang û hevdîtin hatin kirin. Di sala 2008’an de me dît ku PDK tevî DYE’yê xebatên kongreya neteweyî ji bo PKK’ê bixin bin kontrola xwe dikin. Li hemberî vî tiştî hate sekinandin. Berxwedana Zapê ev plan û lîstik pûç kir. Qaşo wê PDK kongreya neteweyî bicivanda û wê PKK têxista bin kontrola xwe.

PDK’Ê BANDOR LI YNK’Ê KIR

Di pêvajoya 2013’an de jî hevdîtin hate kirin û komîteya amadekar hate avakirin. Heyetan hevdîtin kirin. Lê ji nişka ve PDK vekişiya. Di vî tiştî de rola hêzên derve heye. DYE û TC di nav de gelek hêzên derve mudaxele kirin. PDK jî ji vî tiştî re amade ye. Tê dîtin ku PDK gelekî angajeyî hêzên derve ye û li gorî ferzkirina hêzên din biryaran dide. Mafên demokratîk ên neteweyî yên Kurdan nikare biparêze. Ew nikare biryara ji bo berjewendiya xwe jî bide. Hêzên din çi bibêje, ew dibêjim temam. Di demên dawîn de jî PDK bi awayekî neyînî nêzî bangên yekîtiya neteweyî bû. Demên dawîn ji bo civandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê demeke guncav bû. Heke stratejiyeke hevpar bihata avakirin wê doza Kurdan çareser bibûya. Dibe ku her çar parçe Kurdistan rizgar bibûya. Lê herî PDK dûr sekinî û pê re jî bandor li ser YNK’ê kir û ew jî dûr da sekinandin û xebatên kongreya neteweyî sabote kir.

PDK LI GORÎ BERJEWENDIYÊN MALBATPERESTÎ Û EŞÎRPERESTIYÊ TEVDIGERE

PDK li gorî hêzên derve tevdigere. DYE, TC, Îsraîl çi bixwazin li gorî wê tevdigere. Îradeya PDK’ê qels e. Heta ku bi rêxistinên din ên Kurdan re tifaqê neke wê îradeya wê qels be. Rêya telafîkirina vî tiştî jî nêziktêdayîna demokratîk e û têkiliya bi rêxistinên din ên Kurdan e. Ya duyemîn li gorî PDK’ê rêxistinên din bi pêş ve biçin, ew ê tune bibin. Hebûna xwe li ser tunebûna rêxistinên din ava dike. Ev ne feraseteke rast e. Feraseta wê gelekî teng e, xwe dispêre berjewendiyên eşîr, malbat û parçeyan. Ji ber vê jî berjewendiyên malbatî dixe pêşiya hemû berjewendiyan. Ji ber vê jî êrîşî YNK’ê dike, bi PKK’ê şer dike, belaya xwe bi rêxistinên din dide. Vê feraseta wan şaş e. Mesela protokola 82 û 83’an PKK û PDK bi pêş ve bir. Dema ku TC êrîş kir, tifaqa PKK û PDK’ê xurt bibûya niha li Bakurê Kurdistanê mesele ji zû ve çareser bûbû. Wê demokrasiya Başûrê Kurdistanê bi pêş biketa. Wê Kurdistan ava bibûya. Teqez wê ev tişt pêk bihata lê PDK’ê wisa nekir. Ji PKK’ê veqetiya, bi TC’ê re tifaq kir û êrîşî PKK’ê kir. Bi têkiliya TC’yê re piçekî berjewendiya malbatî bi dest xistin, lê Kurdbûn bi ser neket. Berevajî wê doza Kurdan çareser nebû.

Ji ber vê jî pêdiviya PDK’ê bi şoreşa feraset û siyasetê heye. Divê feraseta wê were guherandin. Divê demokratîk be. Divê were ser xeta demokratîk a neteweyî. Divê hebûna xwe li ser tunebûna rêxistinên din ava nekin. Divê PKK jî hebe, PDK jî hebe, YNK jî hebe, hemû xurt bibin, li ser xeta demokratîk a neteweyî bin û di navbera wan de pêşbaziya demokrasiyê hebe. Feraset û helwesta rast ev e. Em ji vî tiştî re amade ne, ji ber ku ya rast ev e.