Kesên ku bi gumana vîrûsa koronayê li Wanê rakirin nexweşxaneyê, diyar kirin ku ew nehatin tedawîkirin, tenê li deverên mîna hucreyê xistine karantînayê.

Kesekî ku 5 roj in bi gumana vîrûsa koronayê li Wanê rakirine nexweşxaneyê got, doktor qet nehetiye gel wî û bi tu rengî nehatiye dermankirin.

Li gorî daneyên fermî li Wanê 50 kes bi vîrûsa koronayê ketin û 7 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Wanê û navçeyên wê bi dehan kes ji ber gumana vîrûsa koronayê rakirin nexweşxaneyê.

Li Wanê bi têrkerî test nayê kirin. Nexweşekî ku 5 roj in ji ber gumana vîrûsa koronayê rakirine nexweşxaneyê diyar kir ku ew li odeyeke şexsekî tê hiştin û got, “Ne doktor, ne hemşîre ne jî wezîfedarekî din hate odeya min. Yê ku xwarinê tîne jî ez nabînim. Yê ku xwarinê tîne derî hinekî vedike, yekser xwarinê datîne û derî digire. Ne weke nexweşan nêzî me dibin. Em nikarin bi kesî re bidin û bistînin. Mirovên li vê derê rewşa wan a tenduristiyê baş jî be ji ber atmosfera neyînî ya li nexweşxaneyê nexweş dikevin. Li vir kes piştgiriya psîkolojîk nadin mirovan. Mîna ku mirov li girtîgehê ne di tecrîdê de ne.”