Pisporê Xizmeta Civakî Mûstafa Altintop diyar kir, civaka ku ji ber şewba vîrûsa koronayê ji neçarî li malê dimîne dema bê dibe ku travmayên psîko-civakî bibînin. Ji 11’ê Adarê û vir ve ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk hingî yekemcar mikur hat ku vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê belav bûye, hem hejmara nexweşan hem jî ya qurbaniyan zêde dibe.

Weke tevdîr jî li Kurdistanê û Tirkiyeyê karantîna hatiye ferzkirin. Li ser encamên vê pêvajoya karantînayê pisporê Xizmetên Civakî Mûstafa Altintop axivî.

Altintop diyar kir, rewşa heyî ya şewbê giran dibe û ragihand, ji bo mirov xwe ji vê şewbê biparêzin divê pêşniyarên pisporan bi cih bên anîn. Altintop bal kişand ser karantînayê ku yek ji van tevdîran e û destnîşan kir ku karantîna wê ji aliyê psîkok-civakî ve bandoreke neyînî li mirovan bike. 

Altintop bi bîr xist ku mirovên ku niha li malê dimînin di heman demê de bi tirs, fikarên xwe li malê dimînin û got, “Em hem hewl didin xwe ji şewbê biparêzin, hem jî ji aliyê civakî ve ketine rewşeke dezavantaj.

Her wiha fikarên me yên aboriyê hene. Ji ber ku em li malê dimînin, yên li derve, karker welê lê hatine ku nikarin karê xwe bikin. Ji ber vê yekê tevdîrên ku mirovan li malê dihêlin wê bandoreke xwe ya neyînî li ser mirovan hebe. Her wiha zêdebûna hejmara mirovan li nava malê wê bibe sedem ku hîn bêhtir mirov bi hev bikevin. Bêguman em ê di dema navîn û dûr de vê yekê baştir bibînin.”

Altintop ragihand, di karantînayê de dema ku mirov ji aliyê aborî ve kêm bibin hingî mirovên nava malê bêhtir êrişkar dibin û got, “Ji ber ku tirs û fikarên li ser aboriyê dikarin bandorê li têkiliyên we bikin. Aliyekî din ê meseleyê ew e; li gorî rolên xwe yên zayendî yên li nava civakê mêr hîn nebûye ku zêde li malê bimîne, lewma astengiyên li pêşiya jiyana wan a civakî wan bi hêrs dike. Lewma divê mirov mêran weke koma hîn bêhtir meyla xwe li ser şîdetê heye bibîne.”

Altintop destnîşan kir xurtbûna ji aliyê psîko-civakî wê karibe bandora şewbê ya li ser mirovan kêm bike û got, “Eger ji ailyê psîko-civakî ve hûn lawaz bin hingî şewb wê bandoreke girantir li we bike. Ev yek pêwendiya xwe bi hêza me heye ku çiqasî karibin bi şewbê.”

Ji bo derbaskirina vê pêvajoyê de jî Altintop pêşniyar kir ku mirov ji dûr ve pêwendiyê bi derdora xwe ya civakî re deynin, bi saya vê yekê hin tiştan karibin parve bikin û ji hev agahdar bin.