KCD’ê bal kişand ser planên qirêj ên li Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bike.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro derbarê planên tasfiyekar ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelê Kurd nêzî 200 sal in ji bo mafê tayînkirina qedera xwe diyar bike têkoşînek awarte û berdelên giranbûha dide. Parçekirina Kurdistanê ya bi destê hêzên emperyalîst a fizîkî û avakirina dewletên Netewî vê berdêlê hêj mezintir dike. Lê belê quweta hêzên emperyalîst û metînger yên herêmî ku Kurdistanê bi awayekî fizîkî kirin 4 parçe, nekarî ku civaka Kurdan bi awayeki netewî û civakî parçe bike. Ji ber ku xêza wekî sînor ya di navbera gelê Kurd de hatiye xêzkirin ji têkiliyên wan ên qedîm ne bi hêztir e.

Di van rojên ku tevahî mirovahî bi bapêşa vîrusa Coronayê re eleqedar dibe, Li Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên siyasî yên Kurd de rewşên balkêş diqewimin. Beriya niha me Kongreya Civaka Demokratîk me bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku Kurd ketine rojeva cîhanê û pirsgirêka gelê Kurd dijî êdî ji rewşa herêmî derketiye û derbasî bingeha kurewî bûye. Dîsa bi israr me diyar kiribû ku ev rewş bi xwe re rîskan jî û firsendan jî dihewîne.

Em Kurd neçar in ku ji dîroka xwe dersan derxin û bi vî awayî rêya xwe bidomînin. Ji bo em geşedanên rojevî veguherînin ji bo berjewendiya xwe, gelek nexşerê di dîroka me de hene. Îro gelê mazlûm ê Kurd li her parçeyê bi kedek mezin, zor û zehmetiyan têkoşîna xwe ya neteweyî û siyasî mezin kiriye û gîhandiye qada navneteweyî. Di vê têkoşînê de berdêla herî mezin gelê me bêyî fikar bi can û malê xwe daye. Di vê têkoşînê de welatê me hatiye tarûmarkirin, gundên me hatine valakirin û bi sedhezaran mirovên me di qetlîman re hatine derbaskirin. Em pêdiviyê pê dibînin ku vê yekê careke din bi bîra herkesî bixin. Ligel hemû berdêlên giran, gelê me li hemberî kesî çok nedaye erdê, rûmet û heysiyeta xwe parastiye û ev yek ji bo tevahî Kurdan bûye cihê şanazî û kêfxweşiyê. Ev yek ji bo gelê xwe kiriye. Ji bo kîjan jiyanê ev berdêl dane? Gelê me van pirsan her roj bi dayîna berdêlên nû bi bîra me dixe. Ne dûr di demek nêz de, Kurdan ji bo xwedîderketina rûmet û parastina nirxên xwe li Rojavayê Kurdistanê 15 hezar ciwanên xwe feda kiriye.

Em li vir wekî Kongreya Civaka Demokratîk dixwazin bang li gelê xwe û siyaseta Kurd bikin: Divê hemû kes bizanibe ku gelê Kurd, li dijî gengeşiya di navbera tevgerên siyasî û partiyan de ye û naxwaze civak bê dijberî hev. Gelê Kurd ji partî û tevgerên siyasî dixwaze ku bi hev re tevbigerin, bi rûhê neteweyî beriya her tiştî mafê Kurdan bixwazin, ji bo çareseriya hezaran pirsgirêkên Kurd dijîn çareseriyan peyda bikin û bêyî bên listikên hêzên herêmî û kurewî, polîtîkayan biafirînin. Daxwazên gelê me zelal û tên fêmkirin. Em ji tevgerên partiyên Kurdistanî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, jinên Kurd, saziyên sivîl û ji dorhêlên karmendên Kurd daxwaz dikin ku guh bidin vê bangê. Gengeşî û aloziyên di navbera Kurdan de tên derxistin ji kîjan aliyan dibe bila bibe, bi kîjan şiklî û ji ber çi sedemê be bila bibe teqez neyê qebûlkirin. Di vê wateyê de, di van rojên ku pêdiviya Kurdan di hemû mijaran de bi yekîtiyê heye de, em bang dikin ku siyaseta Kurd di vê nîşaneyê de siyasetê bike û berpirsiyariyê hilde ser milê xwe.

BANG

Bila hemû kes bizanibe ku ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd zirarê bibîne, ligel aşitiya herêmî dê gelên herêmî jî ji vê yekê zirarê bibînin. Bi vê yekê ve girêdayî, em pêdivî û berbirsiyariyê dixwe de dibînin ku ji dewletên herêmê û civakên cîran ên ku bi hezaran salan e em bi hev re dijîn vê yekê bibêjin: Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla parçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye. Em bang li tevahî hêzên herêmî dikin û dixwazin ku planên xwe yên têkildarî herêmê careke din di ber çavan re derbas bikin û rêzê ji hebûna netewî ya gelê Kurd, çand û siyaseta wê re bigirin.

Em bang li hêzên kurewî dikin, bi salan e ku hûn Kurdan dikin amûrên berjewendî û hesabên xwe. Ji bo Kurd bi gelên cîran re pevbiçin û dijminahiya wan bikin, hûn bi hezaran lîstikan dixin dewrê. Dev ji listikên xwe yên qirêj ên li dijî gelê Kurd û gelên cîran berdin. Gava we ya herî bi xêr ya ji bo gelê Kurd dê rêza li hemberî mafê Neteweyî ya Kurdan û piştgirîdayîna aşitiya herêmî be.”