Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Kampa Mexmûrê da û bang li gelê Kurd kir ku bila li hemberî faşîzmê bibe yek.

Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Kampa Mexmûrê da.

KCD’ê diyar kir ku yek ji armanca êrîşê ev e ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê provoke bike.

KCD’ê got ku “Roja ku meş hate destpêkirin diyar e ku kî alîgirê şer û mirinê ye û kî jî alîgirê aştî û jiyanê ye. Ji ber vê jî meşa HDP’ê heta ku bigihêje armanca xwe divê bidome.

Bomberdûmankirina warên sivîlan û kampên penaberên ên di bin statuya Neteweyên Yekbûyî de ye sûc e. Lê ji bo AKP’ê ne girîng e ku di demên pêş de wê di qada navneteweyî de bi çi were sûcdarkirin.

Em bang li hemû gelên dinyayê, rêxistinên demokratîk û qada navneteweyî diki ku li hemberî faşîzma AKP’ê bêdeng nemînin. Gelê Kurd divê li hemberî vî şer û faşîzmê yekîtiya xwe pêk bîne û dengê xwe bilind bike. Em ê jî bo bicihhatina daxwazên siyasî yên gelê Kurd, tu carî dev ji daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin.”