Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna mîtînga mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemleya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li cîhanê destpê kir, encamên dîrokî derxistiye holê.

KCK, banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê dike û vê tespîtê dike “pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke dîrokî ye”

Bi berdewamî diyar dike ku mirovên ji her aliyê cîhanê bi hêviya jiyaneke nû, cîhaneke azad û bê îstîsmar di Pêngava Azadiyê de hatin cem hev.

Em vê yekê weke pêşketineke girîng û dîrokî dibînin.

Baweriya me ew e ku her kes bi vî rengî dibîne û dinirxîne.

Niha dem hatiye ku ev pêvajoya dîrokî derbasî qonaxeke nû bibe, derxin asteke bilindtir.

Bi mîtînga Kolnê ya Mezin re gelê me û hemû dostên wan wê biryardariyê nîşan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê berdewamî balkişand mîtînga mezin a li Kolnê û ev bang kir:

Pêngava Azadiyê, tecrîda mutleq û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd anî rojevê.

Em di wê baweriyê de ne ku, bi çalakiyên heta niha hatine kirin re ev armanc pêk hatiye û wê êdî bi mîtînga mezin a Kolnê re qonaxeke nû bikeve meriyetê.

Ji vê hêlê ve pir girîng e ku mîtînga mezin a Kolnê di asta diyarkirî û kalîteyê de were lidar xistin.

Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dijîn dikin ku tevî dostan tevlî mîtînga mezin a Kolnê bibin.

Di 17’ê Sibatê de divê gelê me yê li Ewropayê bi tevlîbûna li mîtînga mezin a Kolnê re asta welatparêzî û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de nîşan bide.