Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand li ser şerê AKP’ê yê li dijî gelê Kurd. KCK’ê pêvajoya şerê 24’ê Tîrmeha 2015’an heta roja îro nirxand û got AKP-MHP di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de hildiweşe.

KCK’ê diyar kir ku artêşa Tirk li beramberî gerîla têk çûye û gerîlayên ku 4’ê Cotmehê li Êlihê çalakî pêk anîn jî pîroz kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha didome;

“Desthîlatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve şer dijwar kiriye. Beşek girîng yê vê şerî jî weke şerê pîskolojîk bi rê ve dibe. Krîzên di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de hê bêhtir desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê sewqî şerê psîkolojîk dike. Ji 15’ê Tebaxa 1984’an destpêkirina şerê gerîla re kîjan partî hatiye li ser hikm gotine em ê gerîla û PKK’ê biqedînin û propagandaya qedandinê kirine. Tûrgût Ozal gotibû 3 4 eşkiya ne, serokwezîrê şerê qirêj Tansû Çîller ê salên 1990’î her roj digot wê biqede, wê biqede. Piştî komploya li dijî Rêber Apo hemû rayedarên dewletê bi yek gotinê îlankirina ku PKK qediya. Tayyîp Erdogan ê ku hilbijartinên 2002’ê qezenç kirî piştre got hûn nefikirin pirsgirêka Kurd nîne, lê Tevgera Azadiya Kurd her sal di aliyê îdeolojî, leşkerî û siyasî der bê bêhtir mezin bû. Îro di pêvajoya Şerê 3’emîn ê Cîhanê de hêzeke ku hemû dengeyên siyasî bandor dike ye.

‘DERBE LI DIJÎ GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HATE KIRIN’

 Derbeya faşîst a rastîn piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, di 20’ê Tîrmehê de bi rewşa awarte re hate kirin. Tifaqa faşîst diyar dike ku ev darbe li dijî endamên Fethûllah hatine kirin lê di rastiyê de ev darbe li hêzên demokrasiyê û li têkoşîna azadiyê ya Kurdan hatiye kirin. Bi demê re derketiye holê ku, ev darbe li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye kirin.

BI ŞERÊ PSÎKOLOJÎK RE DIXWAZIN XWE HÊZDAR NÎŞAN BIDIN

Di vî şerî de yê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, aliyê herî girîng şerê psîkolojîk e. Erdogan her roj dibêje ku, me evqasî li wan da û hejmaran dide. Erdogan her roj van nûçeyên derew dide û hewl dide moralê gelê Kurd xerab bike. Erdogan hewl dide bi vî şerê psîkolojîk re, krîza siyasî, civakî û ekonomîk ji ber çavan veşêre.

GERÎLA DERBÊN GIRAN LI WAN DIDE

Gerîla her roj bi çalakiyên cihê, derbeyan li artêşa Tirk dixe û berxwedaneke mezin nîşan dide. Gerîla herî dawîn li qada ku artêşa Tirk nehişt cenazeyê ciwanê ku xwe ji bo Rêbertiyê şewitandibû were veşartin, çalakiyeke mezin li dar xist û bersiveke tund da dewleta Tirk.

ÇALAKIYA ÊLIHÊ HATE PÎROZKIRIN

Li Êlihê ya ku dewlet her roj zextên xwe zêde dike û êrîşî cenazeyan dike, em gerîlayên ku ev çalakî kirine û Fermandariya Eyaletê pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Gerîla, gelên me, dostên wan û hemû hêzên demokrasiyê li ber xwe didin û têkoşîna xwe geştir dikin.

EMRÊ AKP-MHP’Ê HINDIK MAYE

Faşîzma AKP-MHP’ê her roj bi şerê taybet û derewên psîkolojîk hewl dide emrê xwe dirêj bike lê divê bizanibe ku temenê wê hindik maye. Bi berxwedanê re ew ê krîza siyasî, leşkerî, ekonomîk kûrtir bibe û ew ê dawî li desthilatdariya AKP û MHP’ê were anîn. Li ser vî esasî  em bang li gelê Kurd û dostên wan dikin ku li hemberî tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê têkoşîna xwe geştir bikin.”