KCK’ê diyar kir ku karakterê vê desthilatdariyê dijminatiya li Kurdan e, armanca xwe qirkirina Kurdan e û destnîşan kir, “Li dijî qirkirinê roj ew roj e ku em têkoşîna hebûna bi nasname, çand û zimanê xwe xurt bikin. Berxwedan wê teqez bi ser bikeve.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê sîstema zext, zilm û mêtingeriyê her roj bi darbeyên nû û zext û zordariyê, gihandiye asteke li derveyî mirovahiyê ku li dîrokê nehatiye dîtin. Êdî her hêzeke siyasî, her beşên civakî û kesên ku mîna xwe nafikire weke dijmin dibîne û êrişê dibe ser. Li her kesî ferz dike ku serê xwe li ber faşîzma AKP-MHP’ê bitewînin. Bi rengekî eşkere dibêje; ya hûn ê ji vê desthilatdariyê hez bikin ya jî mafê we yê jiyanê li vî welatî nîne. Diyar dike ku cih ji nêrîneke cuda ya siyasî, ji projeyek jiyana civakî, ji etnîk û baweriyek ecuda re nîne. Kiryarên xwe hemû ji bo vê armancê ne.

Armanca dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tepisandina hêzên demokrasiyê û tasfiyekirina wan e. Hedefa xwe ya sereke jî Kurd e ku hêza herî dînamîk a Tirkiyeyê ye. Ji bo vê armanca xwe jî her hêza siyasî ya weke wan nafikire bi darbekariyê sûcdar dike. Ji bo pêşî li berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya li dijî darbeyê bigire, rojeveke bi vî rengî ya darbeyê afirandiye. Bi vê rojeva darbeyê re asta êrişkariyê hem bi gotinê hem jî bi pratîkê zêde kiriye ku ev yek nîşaneya vê rastiyê ye. Ev desthilatdarî dibêje; ez ê bi her rengî zext û zilmê bikim, lê belê divê kes dengê xwe neke. Yên ku li ber zext û zilma vê desthilatdariyê radibin bi xiyanetê sûcdar dike. Helwesta li dijî vê desthilatdariyê jî bi banga ji bo darbeyê pênase dike û bêdeng dike. Bi feraseta ‘parastina herî baş êriş e’ dixwaze pêşî li têkoşîna li hemberî faşîzmê bigire.

VÊ DESTHILATDARIYÊ BI DESTESERKIRINA GELEK ŞAREDARIYAN RAGIHAND KU BI NASNAMEYA KURD NABE ŞAREDARÎ BÊ KIRIN

Di pêvajoya vîrûsa koronayê de tenê li parastin û dewamkirina desthilatdariya xwe difikire. Dixwaze temenê vê desthilatdariya li ber hilweşînê ye bi sûdwergirtina ji dema koronayê, dirêj bike. Bi bahaneya ‘têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê lawaz dike’ rexne û mûxalefeta li dijî vê desthilatdariyê weke sûc nîşan dide. Asayîkirina dema koronayê jî bi dewamkirina sîstema zext û mêtigneriyê û astengkirina mûxalefeta civakî plan dike. Xebitandina li febrîqeyan serbest e, kombuna bi sedan bi hezaran polîsî serbest e, lê belê çalakî û protestoya komeke biçûk a li dijî desthilatdariyê sûc e! Mebesta xwe ji normalbûyînê ev sîstema faşîst e.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê vîrûsa koronayê jî ji bo mezintkirina polîtîkaya qirkirinê ya li dijî Kurdan bi kar tîne. Di dema vîrûsa koronayê de karê xwe yê destpêkê tayînkirina qeyûman li gelek şaredariyan e. Herî dawî careke din dest danî ser gelek şaredariyan. Ev yek bi rengekî eşkere ragihandina wê yekê ye ku dibêje; bi nasnameya Kurd nabe ku siyaset û karê şaredariyê bê kirin. Yekane sûcê van şaredariyan ew e ku nasnameya xwe ya Kurd destnîşan kiriye, dest ji nasnameya Kurd bernedaye û bi nasnameya Kurd weke îradeya herêmî şaredarî kiriye. Polîtîka û zîhniyeta; min kesên ku bi nasnameya Kurd siyaset kir girt, şaredar girt û eger hûn ve helwestê bidomînin ez ê hîn jî bigirim, bi rengekî eşkere raxistiye pêş çavan. Ev yek, Kurdbûnê weke sûcekî nîşan dide. Bêguman nikare ji kesî re yekser bêje, tu Kurd e, lewma tu sûcdar e. Lê belê her tiştên bi navê Kurdîtiyê dike sûc û bi vî rengî Kurdîtiyê bi xwe dike sûc.

Goristanên gerîla ji ber ku Kurdîtiyê bi bîr dixîne, dibe hedefa êrişên wan. Êrişê dibe ser zarokên Kurd ji ber ku bi nasnameya xwe ya Kurdîtiyê dijîn. Gelo mîna Nisêbînê kir dikare li devereke din a Tirkiyeyê êrişê bibin ser zarokan?

KARAKTERÊ VÊ DESTHILATDARIYÊ DIJMINATIYA LI KURDAN E

AKP, piştî ku di Hezîrana 2015’an de HDP ji bendê derbas bû û ew ji desthilatdariyê xist, êrişên xwe yên li dijî Kurdan zêde kir û bi dijminê Kurdan re tifaq çêkir. Ji wê rojê ve êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd zêde dike. Her roj bi sedan carî dijminatiya li Kurdan zêde dike. Eger li dijî vê desthilatdariyê têkoşîn neyê kirin wê dijminatiya xwe ya li Kurdan mezintir bike. Van êrişan jî heta bêdengkirin û qirkirina Kurdan hemûyan wê bidomîne.

Karakterê vê desthilatdariyê dijminatiya li Kurdan e; armanca xwe jî qirkirina Kurdan e. Kurdistanê dike qada belavbûna neteweya Tirk. Kurdê ku vê nebîne dest ji Kurdîtiya xwe berdaye. Kurdê ku li dijî vê helwestê nîşan nede û li ber ranebe hingî serê xwe li ber qirkirinê tewandiye. Ev rastî mîna hebûna roj û şevê zelal e. Ya wê xwedî li Kurdbûna xwe derkeve, ya jî wê li aşê qirkirinê bê hêrandin.

YEKANE RÊYA RAST EW E KU DI HER KÊLIYÊ DE TÊKOŞÎN LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BÊ MEŞANDIN

Heta ku hêzên demokrasiyê bi rengekî yekbûyî li hev kom nebin, nepêkane ku li dijî vê desthilatdariya faşîst têkoşîneke bi bandor bê meşandin. Hêzên demokrasiyê eger têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê mezin nekin, eger li bendê bimînin ku ev desthilatdarî bi hilbijartinê biçe, wê sibe tu zemîn û firsendê nebînin ku li dijî desthilatdariyê têbikoşin. Gelo desthilatdariya AKP-MHP’ê qet li benda hilbijartinê disekine? Ma ne her roj êrişê dibe ser hêzên demokrasiyê? Wê demê di her kêliyê de divê li dijî vê desthilatdariyê têkoşîn bê meşandin, faşîzm bê têkbirin û Tirkiye bê demokratîkkirin. Yekane rêya rast ev e.

Faşîzma AKP-MHP’ê êrişê dibe ser hebûna Kurdan. Ji ber vê yekê ji bo Kurdan têkoşîna man û nemanê tê meşandin. Têkoşîna man û nemanê ya Kurdan veguheriye têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bingehîn a Tirkiye û Rojhilata Navîn. Divê Kurd bibînin ku faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê li Bakur, her wiha li her cihî dijminê Kurdan e û dixwaze Kurdan qir bike. Nedîtina vê yekê efleteke mezin e, asêbûna li nava xiyaneteke dîrokî ye. Eger Kurd îro tênekoşe ev yek ji bo wan wê bê wateya jiyana li nava çirava xiyanetê. Eger em ê bi berpirsyariya rabirdû û paşeroja xwe rabin, ew jî bi têkoşîna bi her amûr û derfetê dibe.

BERXWEDAN TEQEZ WÊ BI SER BIXÎNE

Li dijî dijminekî bi vî rengî Kurd divê li her deverê bi taybetî jî li Bakur xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Li gundan, li kolanan xwe bi rêxistinb ikin, çi pêwîst be wê bikin. Divê her derê bikin qada têkoşîn û rêxistinbûnê. Di serî de jin û ciwan li pêşiya Kurdan hemûyan berpirsyariyeke bi vî rengî ya dîrokî heye. Divê ti Kurdek nebêje, gelo ji çi destê min tê? Ji destê her Kurdî tiştek tê. Dîroka têkoşînê ya bi dehan salan ev hişmendî, rê û rêbaz raxistiye pêş çavan. Li her gundî, li her kolanê danheviya hişmendiyê heye ku karibe rêxistinbûna xwe ava bike û bikeve nava liv û tevgerê. Têkoşîna man û nemanê ya neteweyekê ji cihekî nayê hêvîkirin. Her kes, sazî û derdorên welatparêz dikare tişta bikin plan bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Kurdên ku ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li tevahiya Rojhilata navîn civaka herî zane û hêza herî demokratîk in, xwedî wê kapasîteyê ne ku vê bikin.

Vîrûsa koronayê li pêşiya jin, ciwan û gelê Kurd ne asteng e ku çalakiyan bikin, ku xwe bi rêxistin bikin. Di demekê de ku dijmin ji bo qirkirinê êrişan dike, nabe ku em vîrûsa koronayê li dest û lingê xwe bigerînin. Bi gelek rê û rêbazên dewlemend ên şert û mercên heyî rêxistinbûn dikare bê kirin û gelek çalakî dikare bên lidarxistin. Eger vîrûsa koronayê weke amûreke şerê taybet û dema qirkirina Kurdan tê dîtin, hingî divê em vê dema vîrûsa koronayê bikin têkbirina şerê taybet û qirker ê li dijî Kurdan, dema têkbirina mêtingeriya qirker. Jiyana bi vê desthilatdariyê re ya li vî welatî tê wateya xwekuştinê, tê wateya mirinê. Lewma divê her der bibe qada rêxistinbûnê, her der bibe qada çalakiyê. Ji bo vê jî jin, mêr, ciwan, extiyar çi ji destê kê tê divê bikin. Li dijî qirkirinê roj roja xurtkirina têkoşîna hebûnê ya bi nasname, çand û zimanê xwe ye.

Dem ew dem e ku nîşanî dost û dijminan bidin, gelê Kurd ku gelê herî kevn ê mirovahiyê ye, tu carî tune nabe. Têkoşîna gelê Kurd a bi dehan salan, bi deh hezaran şehîdên hatine dayin ev derfet û hêz dane me. Berxwedan wê teqez bi ser bixîne.”