Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi peyamekê, 1’ê Gulanê pîroz kir şehîdêna zadiyê bibîranîn û got: Têkoşîna karker, kedkar û çînên bindest di têkoşîna mirovahiyê de, ji bo wekhevî û azadiyê xwedî cihekî pir girîng e.

Îro jî, berpirsiyariya hemû tevgerên azadîxwaz yên demokratîk, bi taybet ya tevgerên sosyalîst ew e ku bi yekrêzî têkoşîna li dijî pergala modernîteya kapîtalîst xurt bikin.

KCK’ê got; Pêşengên dîrokî yên sosyalîzmê diyar kirin ku modernîteya kapîtalîst her ku biçe wê mêtingeriyê mezin bike. Em dibînin ku dîrokê ew pêşeng piştrast kirin. Ji bo jî, divê bi têkoşînek xurt, pergala mêtingeriyê werê berteref kirin û jiyaneke demokratîk, komînal, wekhevîxwaz, azadîxwaz û ekolojîk werê misoger kirin.

Riya bi destxistina vê yekê jî pêşxistina yekîtî û tifaq e. Cewhera 1’ê Gulanê jî vê îfade dike,

KCK’ê bal kişande ser Şoreşa Azadiya Kurdistanê û got; Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya hemû gelan û bindestan têkoşîn kir û her tim di nava lêgerîn û hewldanan de bû.

Di encfama têkoşîna Rêber Apo de, Şoreşa Rojava derkete holê. Pêşketina gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî di ronahiya felsefeya Jin Jiyan û Azadiyê hate afirandin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya li Tirkiyê jî darbeyek mezin xwar. Bû bingeha serketina hêzên demokratîk.

Rêber Apo bi pêşxistina paradîgmeya sosyalîzma derveyî dewletê, li ser esasê azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê û teoriya modernîteya demokratîk pêxist. Weke alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst, di aliyê îdeolojîk-teorîk de pêşxist. Ev keda Rêber Apo xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

KCK’ê bang li hemû tevgerên sosyalîst û demokratîk kir ku li dijî tecrîda mutleq ya li ser Rêber Apo, di 1’ê Gulanê de, bi yekîtî û hevgirtina bi gelê Kurd re, bi hewldan û helwesta têkoşîna Rêber Apo re bibin xwedî helwesta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike û tevlî pêngava azadiyê bibin.

Divê gelê Kurd jî bêhtir xwedî li 1’ê Gulanê derkeve û bi xurtî daxwazên xwe yên azadiyê biqîre û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Pêngava Azadiya Gerdûnî bînin asta girseyîbûnê.