Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi daxuyaniyekê, êrîşa li ser Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê û êrîşa li Silêmaniyê şermezar kir û got;

Ev êriş êrişeke ji rêzê nîne. Êrîş, biryarek û peyameke stratejîk e. Bi vê êrîşê ne tenê ofîsek, xebatkarek an go endamekî KNK’ê hatiye hedefkirin. Di êrîşê de Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê, navend û mejiyê stratejîk ê gelê Kurdistanê hatiye amancgirtin. Dijminên me, bi van êrîşan nîşan didin ku çiqas ji yekîtîya me aciz in û ditirsin. Pêwîste her Kurd vê rastîyê bibîne û li gorî wê tevbigere.

Em êrişkaran nas dikin û dazanin ku êriş berdewama êrîşên li ser Rojava, Şingal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Silêmanî û bi giştî Başûrê Kurdistanê ye. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatiye organîze kirin, di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun hate şehîd kirin.

KNK’ê dazanîn ku, ofîs ji aliyê asayîş û îstixbarata herêmê ve 24 saetan tê şopandin. Bi dehan kamera li wê deverê hene. lê, nîvrojê, kujeran êrîşî ofîsî kirin û mirov kuştin. Çawa dibe ku MÎTa Tirk dikare li herêmê rehet kar bike, ajanan ji xwe re peyda bike û welatparêzan şehîd bike? Kî destûrê dide wan û rê li ber wan xweş dike? Muxatabê van pirsan desthilatdariya Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye.

Di encama êrîşa li balafirgeha Silêmaniyê jî, 3 pêşmerge hatin şehîd kirin, 3 peşmerge jî birîndar bûn. Beriya bi rojekê, li Şingalê hêzên YBŞ’ê hatin armanc kirin, 3 fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn. Di heman demê de li Rojava li Minbic, li Amûdê, li Qamişlo û li Tirbespiyê, şervan û endamên asayîşa Rojava hatin armanc girtin. Êrîşên li ser hêzên Gerîla jî, bi çekên kîmyewî berdewam e.

Dewleta Tirk tenê hêzeke Kurdî nake armanc, li dijî hemû Kurdan şer dike. Hevkariya bi dewleta Tirk re, hevkariya bi dijmin û dagirkeran re xiyanet e, xeta sor e û divê ti Kurd û ti hêzên Kurdistanê vê xetê derbas nekin.

Em bang li partî û rêxistinên endamên KNK’ê, li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku li hemberî van êrîşan bi yek rêzî dengê xwe bilind bikin.

KNK’ê herî dawî got; Em paş de gavan navêjin, em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin, li hember hemû êrîşan rawestin û xeta yekîtiya neteweyî kûrtir bikin.