Komeleya Jinan a Rojsayê ji bo Gulîstan Şaylamez ku li Amedê bi destê birayê xwe ve hate kuştin daxuyanî da û got, ”Ev qirkirina jinan e û polîtîk e.”

Komeleya Jinan a Rosayê derheqê Gulîstan Şaylamez ku bi destê birayê xwe hate kuştin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Di nav vê sistema cihêkar de ku qada jiyanê li jinê venake, ti kuştina jinan ne takeksî ye. Ev qirkirina jinan e û polîtîk e.”

Di daxuyaniyê de hate gotin Şaylamez hê bi zaroktî hatiye zewicandin, 4 zarokên wê hene û xwestiyê ku ji hevjînê xwe veqeqe. Komeleyê got, ”Yek ji gava pêşî ya qirkirina jinan zewaca hê bi temenê zaroktiyê de ye. Bi bicihanîna Peymana Stenbolê em ê qirkirina jinan rawestînin.”

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate diyarkirin KADES (Bicihanîn Desteka li Jinan) nikare jinan biparêze, jinên ku diçin qereqolê û dibêjin gef li ser wan heye li kuçeyan têne hiştin û hate gotin, ”Heke qanûna bi hijmara 6284’an bi rengekî çalak bihata bicihanîn wê Gulîstan Şaylamez niha bijiya. Hemû mekanîzmayên nav civak û dewletê divê ji nû ve werin dizaynkirin.  Ji bo veguherîna hişmendiya mêr ku ji bo kuştinê organîze bûye em bang li her kesî dikin ku bi berpirsyarî rabin.”