KON-MEDê, li ser helwesta polîsên Elmanya ku di 10’ê Çile de li Hannoverê avêtin ser malên Kurdan, di 16’ê Çile de jî li Bremenê avêtin ser Bratî daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Karên Hundir a Elmanya hate kirin ku dest ji krîmînalîzekirina Kurdan berde û wiha hat gotin:

Kurdên li Elmanya jî mîna hemû civakên din xwedî wê azadiyê ne ku di çarçoveya qanûnên Elmanya de xwe bi rêxistin bikin. Kurdên ku ji ber zexta dewletên dagirker dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûriye li Elmanya bi cih bûne, li gel bicihanîna berpirsiyariya xwe ya bacê ya li gorî qanûnên Elmanya, mafê xwe yê rêxistinî û azadiya îfadeyê ya civaka demokratîk bi kartînin.

KON-MED’ê bang li gelê Elmanî jî kir ku li dijî hewldanên dewleta Elmanya yên ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan û Kurdan dengê xwe bilind bike.

Ji Kurdên Almanyayê jî xwest: Bi rêxistiniyê bersivê bidin hewldanên krîmînalîzekirinê û wiha got:

Roj roja têkoşîna li hemberî polîtîkayên krîmînalîzakirinê ye. Roj roja piştevaniyê ye.