Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê bi beşdarbûna 250 delegeyan Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya 3’yan dest pê kir.

Li bajaroka Xanesorê bi beşdarbûna 250 delegeyan  Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)bi dirûşma,’Rêxistina civaka Êzidî bingehê jiyana azad û demokratîk e’ dest pê kir.  

Wê di kongreyê de rewşa siyasî ya herêmê, bandoriya wê li ser civaka Êzidî, rewşa rêxistînî û  ji nû ve avakirina Meclîsê gotebêj bikin.

Tê payîn ku heta êvarî kongre berdewam bike.