Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç encamên anketa xwe nirxand ku di navbera 21-28’ê Hezîranê de li gelemperiya Tirkiyeyê kir û got, Tifaqa Cûmhûr û Erdogan kêm dikin, HDP û hilbijêrên wê jî bi rola diyarker radibin.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) ji bo pîvandina meyla hilbijêran di navbera 21-28’ê Hezîranê de li gelemperiya Tirkiyeyê anketek çêkir. Anket li bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene, Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Dîlok, Qers, Mêrdîn, Mersîn, Riha, Wan, Antalya, Konya, Bûrsa, Mûgla, Samsûn û Artînê hate kirin û SAMER bi rêya telefonê bi 1.008 kesî re axivî. Encamên anketê jî hefteya derbasbûyî hate eşkerekirin.

Pirsên ji beşdaran hate pirsîn ji sê beşan pêk hat. Di beşa destpêkê de ji bo tespîtkirina rewşa sosyo-ekonomîk a beşdarên lêkolînê pirsên demografîk hate kirin. Di beşa duyemîn de pirsên li ser pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê û rojevê hatin pirsîn. Di beşa sêyemîn de li ser meyla teifaqan, hilbijartinên giştî yên gengaz, tercîha di hilbijartinên Serokkomariyê de pirs hatin pirsîn. Ji sedî 54,6 ê beşdaran jin, ji sedî 45,4 ê beşdaran jî mêr bûn.

Anketê eşkere kir ku Tifaqa Cûmhûr kêm dike, muxalefet jî zêde dike. Ji bo pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartineke giştî were kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê? ji sedî 29,3 ê beşdaran got “AKP”, ji sedî 27 ê beşdaran got “CHP”, ji sedî 12,6 ê beşdaran got “ÎYÎ Partî”, ji sedî 11,6 ê beşdaran got “HDP”, ji sedî 6,5 ê beşdaran got “MHP”, ji sedî 2,9 ê beşdaran got “Deva Partî”, “ji sedî 1,2 ê beşdaran got “Gelecek Partî” û ji sedî 0,2 ê beşdaran jî got, “Saadet Partî”.

Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç encamên anketê ji ANF’ê re nirxand.

Yuksel Genç anî ziman ku raya giştî bi giranî hem ji polîtîkayên desthilatdariyê hem jî ji yên muxalefetê nerazî ye û destnîşan kir ku tevî vê yekê dengê desthilatdariyê kêm dibe, yê muxalefetê jî zêde dibe. Genç diyar kir ku ev girseya qal kirî, alîgirê guhertina sîstema heyî ye û got, hilbijêr ji muxalefetê dixwaze ku bi roleke sereke û xurt rabe.

HILBIJÊR HÊVIYÊ JI DESTHILATDARIYÊ NAKE

Yuksel Genç got, “Di mijara çareserkirina pirsgirêkan de me dît ku hilbijêr heta niha ji muxalefetê nerazî ye” û wiha dewam kir, “Bi giranî ji muxalefetê tê xwestin ku ji niha û pê ve polîtîkayên erênî biafirîne. Mînak, li gorî anketa me, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ti pirsgirêka xwe ya bendê nîne û ji sedî 11,6 ê dengan distîne. Her wiha di asta ji sedî 19,9’an de hilbijêr ji polîtîkayên HDP’ê razî ne. Di vê pêvajoyê de ya ku krîz heye, hilbijêr daxwaza gaveke nû, pergaleke nû dike. Ji ber ku hilbijêran di asta ji sedî 60’î de ragihand ku ew polîtîkayên desthilatariyê û sîstema Serokkomariyê rast nabînin. Ev girseya ji sedî 60’î ji desthilatdariyê hêvî nake.”

DIVÊ MUXALEFET XWEDÎ LI ERK Û WEZÎFEYÊN XWE DERKEVE

Yuksel Genç destnîşan kir ku nelirêtî, bêkarî û fikara li nava civakê tercîha hilbijêran diyar dike û wiha dewam kir, “Nelirêtî, bikarnîna çavkaniyên cemaweriyê ji bo desthilatdariyê dike ku hilbijêr desthilatdariya heyî weke bingeha kiryarên nehiqûqî û pirsgirêkan dibîne. Dengê nerazî û bendewar ê li dijî desthilatdariyê, berê xwe dide muxalefetê. Divê muxalefet vê rastiyê bi vî rengî bibîne. Li şûna ku bê gotin, ‘muxalefet polîtîkayên gelekî baş diafirîne, pirsgirêkan çareser dike, lewma hilbijêr dengê xwe dide’ divê were zanîn ku polîtîkayên desthilatdariya heyî dike ku hilbijêr berê xwe bide muxalefetê. Ji ber vê yekê jî divê ev cûreyê konsolîdeya dengan ji aliyê muxalefetê ve weke garantiyê neyê dîtin. Pêwîste muxalefet erk û wezîfeyên xwe, peyamên jê re tê dayin rast bixwîne û xwedî lê derkeve.”

HILBIJÊRÊN TÊGIHIŞTÎ XWE JI BLOKA NETEWPEREST VEDIGERE

Yuksel Genç ragihand ku li derveyî tifaqên Cûmhûr û Millet, tifaqeke alternatîf li nava hilbijêran dibe xwedî cih û ev nirxandin kir: “Ji sedî 16 ê hilbijêran, ku piraniya vê girseyê jî ji hilbijêrên CHP û Partiya Deva pêk tê, dixwaze ku HDP, CHP û Deva tifaqeke nû ava bikin. Ji ber ku hilbijêrên têgihiştî qebûl kiriye ku HDP û Kurd di dîzaynkirina muxalefetê de bi roleke diyarker radibin. Ji ber ku hilbijêr berê xwe dide alternatîfeke cuda ya ku ev rola diyarker hîn bêhtir lê çalak be. Hilbijêr êdî vê alternatîfê jî datîne ber muxalefetê. Ev hilbijêr weke alternatîfa li Tifaqa Millet a ku ÎYÎ Partî ya ku HDP’ê bi rengekî eşkere li derve dihêle û CHP a bi tirsonekî şer dike, di nava lêgerîna tifaqeke nû de ye ku HDP di nav de ye. Ev koma hilbijêran dixwaze tifaqeke nû bê avakirin ku CHP, Deva û HDP di nav de ne û dûrî nêzîkatiyên neteweperest e.”

AKP JI SEDÎ 29 Ê DENGAN WERDIGIRE, MHP JÎ LI BINÊ BENDÊ DIMÎNE

Genç destnîşan kir ku li gorî vê anketê, nepêkane ku Tifaqên Cûmhûr û Millet bi tena serê xwe bibin desthilatdar, lewma pêwîstiya her du tifaqan jî bi HDP’ê û hilbijêrên wê heye û got, “Tespîta li ser kêmkirina dengê AKP û MHP’ê ne tespîteke nû ye. Van herdu salên dawî dengê xwe carna kêm carna zêde dibû jî bi taybetî vê sala dawî ji ber krîza aboriyê û xizanbûnê dengê wan bi rengekî kategorîk kêm bû. Her wiha bi gotin û îfşayên Sedat Peker ên nava du mehên dawî re misogeriya civakî ya desthilatdariya heyî şikest. Her wiha li gorî anketên me yên ji hilbijartinên giştî yên 24’ê Hezîrana 2018’an û vir ve em dibînin ku dengê AKP’ê kêm dibe. Niha jî bêyî belavkirina dengê yên biryar nedane, AKP jis edî 29 ê dengan werdigire, MHP jî bi rêjeya ji sedî 6’an di binê bendê de dimîne.”

LI KURDISTANÊ AKP’Ê BI RÊJEYA JI SEDÎ 13’AN KÊM KIRIYE

Yuksel Genç diyar kir ku motîvasyonên analîzkirina pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê hinekî ji hev cuda ne û got, “Li gorî civaka Kurdistanê li gel pirsgirêkên krîza aboriyê û bêkariyê, pirsgirêka bingehîn meseleya Kurd e û deng jî li gorî nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd tê dayin. Her wiha piştî daxuyaniyên Sedat Peker, partiya desthilatdar li rojavayê welêt bi rêjeya ji sedî 8-9 kêm kir, heman partiyê li nava hilbijêrên li Kurdistanê jî ji sedî 13 kêm kir.”

HILBIJÊRÊN HDP’Î LI DIJÎ FERASETA HEYÎ YA TIFAQÊ YE

Yuksel Genç destnîşan kir, di anketên salên dawî de wan dîtine ku hilbijêrên HDP’î li cihekî taybet in û wiha dewam kir, “Em dibînin ku nêzîkatiya dervemayina HDP’ê ya ji tifaqan re li nava giraniya hilbijêrên HDP’ê rast hatiye nirxandin. Lê ev ne redkirineke kategorîk e. Mînak, di karê xwe yê dawî de me dît ku ji sedî 80 ê dengdêrên HDP’ê diyar dike ku divê HDP li nava ti ji tifaqan cih negire. Beşeke girîng a vê girseya ji sedî 80’î bi rengekî kategorîk tifaqê red nake. Dixwazin ku partiya wan bi kê re tifaqê bike divê formulên polîtîk û îdeolojîk a hincetên wan qebûl bikin. Eger weke hêmanên wekhev wê cihê xwe di nava jinûve avakirina Tirkiyeyê de bigirin hingî dixwazin di nava tifaqê de cih bigirin. Ev hilbijêr di vê mijarê de gelekî ji xwe bawer e. HDP’ê bigirin an jî negirin, hilbijêrên HDP’ê hay ji xwe hene ku rola xwe diyarker e.”