Kurdên li Ewropayê, ji bo xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin wê roja Şemiyê tevî dostên xwe li dehan bajaran dakevin qadan.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), diyar kir ku wê 5’ê Çileyê li 7 welat û 19 bajaran çalakî pêk werin û ji bo tevlîbûnê bang kir.

Di bangawaziya KCDK-E de hate gotin, “Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li Strasboûrg, Hewlêr, girtîgehan û li gelek bajaran bi biryardarî dewam dikin.”

KCDK-E’yê ragihand, wê bi şiyara “Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza me ye” roja 5’ê Çileyê li gelek welatan çalakiyan li dar bixin û da xuyakirin, wê Erdogan ê dîktator û tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst protesto bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Di meş û çalakiyan de, wê hewldanên dagirkirina Kurdistanê, qirkirin û komkujiyên ku tê xwestin li pêş çavên dinyayê bên kirin werin şermezarkirin. Ji bo dawî li xemsariya dewletên Ewropayê bînin, ji bo bêdengiya CPT û Konseya Ewropayê ji holê rakin û xwedî li grevên birçîbûnê derkevin em ê li qadan bin.

Bi navê KCDK-E’ê em bang li gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe, şoreşger-demokrat, rewşenbîr, jin, zarok, bawermend û gelan dikin ku li welat û bajarên navê wan li jêrê hatine nivîsandin, bi rengekî çalak beşdarî meş û çalakiyan bibin û xwedî li daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê derkevin.”

KCDK-E’yê bi bîr xist, greva birçîbûnê ya wekîla HDP’ê Leyla Guven a bê dawî û bê veger roja Şemiyê dikeve roja 59’an û wiha dewam kir: “Ji bo em bersivê bidin vê berxwedana bi rûmet, roja 5’ê Çileyê bi rengekî girseyî em dakevin qadan.”

KCDK-E’yê plansaziya çalakiyan eşkere kir. Li gorî vê yekê, ji 5 heta 19’ê Çileyê wê herî kêm li 7 welat û 19 bajaran wê meş û mîtîng bên lidarxistin:

ELMANYA

Meşa navendî ya Eyaleta NRW wê li Dusseldorfê pêk were
Saet: 13.00
Cih: Pêşiya HBF a Dusseldorfê, li ber DGB Hausê

FRANKFÛRT
Cih: Berliner Platz
Saet: 14.00

STÛTTGART
Cih: Lautenschlager Strasse
Saet: 14.30

MANNHEIM
Cih: Prade Platz
Saet: 14:00

GIESSEN
Cih: Berliner Platz
Saet: 14:00

MAINZ
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 14:00

HAMBURG
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 15:00

GOETTINGEN
Cih: GANZELIZE
Saet: Ji 14:00 heta 16:00

SALZGÎTTER-HANNOVER
Cih: Hildesheim
Saet 15:00

BREMEN – OLDENBURG
Cih: Oldenburg HBF
Saet:14:00

BERLÎN
Cih: Ku-Damm
Saet: 15:00

KÎEL
Cih: Hauptbahnhof
Saet :14:00

SAARBRUCKEN
Cih: Europa Galeria
Saet :15:00

YEWNANÎSTAN

ATÎNA
Cih: Meydana Sintagma – Li pêşiya Konsolosxaneya Tirk
Saet: 16:00

HOLLANDA

ROTTERDAM
Cih: Schouwburgplien
Saet: 14:00

SWÎSRE

ZURÎCH
Cih: Helvetiaplatz. 8004 Zürich, Zwitserland
Saet: 14:00

ÎNGILÎSTAN

GALLER
Dem: 6’ê Çileyê roja Yekşemê
Dema kombûnê: 12:00
Cih: 1 Wellfield Rd, Cardiff CF24 3NZ (Li pêşiya Cafe Nero)

AWÛSTÛRYA

VIYANA
13’ê Çileyê wê li Viyanayê meşeke navendî bê lidarxistin

DANÎMARKA
19’ê Çileyê wê meşek bê lidarxistin