Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate organîzekirin. Kurdistanî doh danê nîvro saet 15’an li Lûîsenplatzê dest bi meşê kirin û piştre mîtîngek pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Ocalan”, “Azadî ji Ocalan re” hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgartê jî bi hezaran Kurdistanî daketin qadan û bal kişandin ser rewşa Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Girseya gel saet 14’an li Laûtenschlagerstrasseyê li hev civiya. Piştî ku bi navê NCDK û FCDK-E daxuyanî hate dayin girseya gel dest bi meşê kir.

Hevseroka FCDK-E Fîlîz Çakallîk daxuyanî da û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Metirsiyeke mezin li ser tenduristî û ewlekariya wî heye. Ji bo em nîşan bidin ku van êrîşên li dijî birêz Ocalan qebûl nakin û tecrîdê şermezar bikin, em li hev civiyane.”

Di dema meşê de ji bo Ocalan dirûşm hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin. Kurdistaniyan her wiha balonên ku wêneyê Ocalan li ser bû firandin.

SAARBRUCKEN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Saarbruckenê dimînin, ji bo tecrîdê şermezar bikin meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Bi sedan Kurdistaniyên li ber Europa Galerîe ya li navenda bajêr li hev civiyan, ber bi avahiya Şaredariyê ve meşiyan.

Zulfu Camkiran bi navê HDK Saarbrucken axivî û bang li gelên Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn kir ku li ber tecrîdê û faşîzmê rabin.

MONTPELLÎER

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Montpellîer ê Fransayê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Komuna Jinê ve hate organîzekirin. Li meydana Comedîe stand hate danîn li ser tecrîdkirina Ocalan belavok hatin belavkirin.

VIYANA

Bi heman armancê li paytexta Awûstûrya Viyanayê çalakî hatin lidarxistin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber opera dewletê ya Viyanayê kon hate danîn û derbarê tecrîda giran de belavok hatin belavkirin.

DEN HAAG

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate şermezarkirin.

Kurdistanî saet 15’an li Malîeveldê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di dema çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Hollandî hatin belavkirin.