La Croîxê diyar kir ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte cara heştemîn nehate dirêjkirin.

Nûçe bi navê Aûdrey Parmentîer hatiye nivîsandin û hate gotin ku, “Ev rejîm ew ê bi pêşnûmaya ‘antî terorê’ bidome ya ku ew ê di rojên pêş de biçe parlementoyê.”

Parmentîer diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ê ku di tûra pêşîn de hate hilbijartin, hewl dide li ser welat desthilatdariya xwe bidomîne.

Pisporê bi navê Etîenne Copeaûx ê ku lêkolerê cîhana Tirkan e zext, girtin û destgîrkirinên Rewşa Awarte bi bîr xist û ji bo biryarnameyan jî got ku, “Ev biryar wekî zagonan e, dikare gelek tiştan bike.” Rojnameyê diyar kir ku mexdûrên sereke yên tasfiyeyê leşker, rojnameger, nivîskar û parêzer in.

Rojnameyê bal kişand ser kampanyayên girtinê û got, “Mûxalifên siyasî û bi taybetî jî Kurd bûne mexdûrên vê tasfiyeyê. Yê herî nas jî hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş e yê ku ji Mijdara 2016’an û vir ve di girtîgehê de ye.” Copeaûx şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatiye wezîfedarkirin jî bi bîr xist û got, “Ji ber rakirina Rewşa Awarte, ev kesên ku hatine girtin ew ê neyên berdan.”

Analîst Etîenne Copeaû got ku, “Bi rayeyên Rewşa Awarte re ew ê zagon werin domandin. Bi vê re ew ê rejîmeke demdemî, dixwaze xwe mayînde bike.”

Rojnameyê diyar kir ku heta sê salan hemû karmend dikarin bi hinceta ‘têkiliya wan bi rêxistinên terorîst’ re heye, ji kar werin derxistin û got “Erdogan bi rakirina Rewşa Awarte re, tu rîskê nastîne. Di rejîma serokkomariyê de rayeyên Erdogan zêdetir dibe.”