Li çiyayê Çelênimêja cerdevan bi kontrola leşkerên Tirk qira daran tînin.

Li quntarên Çiyayê Çelênimêja birîna daran ji aliyê cerdevanan ve bi kontrola leşkerên Tirk berdewam dike.

Çiyayê Çelênimêja ku ji aliyekî ve tê şewitandin û ji aliyê din ve jî darên wê yên bi sedsalan bi destên cerdevanên bajaroka Sêgirkê tên birîn. Bi tonan darên bi çavderiya leşkeran ve tên birîn, ji hêla cerdevanan ve bi traktoran dikişînin herêma Kenîsarkê. Darên ku li vê herêmê tên komkirin dûvre her serê seatê carekî bi kamyonan ji derveyî bajêr ve dibin û difiroşin. 
 
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku ev 15 roj in  bi tevlîbûna 50 cerdevanan di rojê de 150 ton dar tên birîn. Çavkaniyên herêmê bang li raya giştî kir ku li hemberî qirkirina darên herêmê bêdeng nemînin.