Dayikên xavik spî yên ji bo xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de ne li Amedê çalakî pêk anîn, bûn hedefa êrîşa hêzên rejîma Tirk a bi ava şid. Hin çalakger ji ber êrîşê ji ser hişê xwe çûn.
Gelek malbatên li Amedê, ji bo bibin dengê xizm û zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, meşiyan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Dayika roja Înê daketin qadan, bi xavikên spî tecrîd şermezar kirin û xwestin, daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.
Parlamenterên HDP’ê û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) destek dan çalakiya dayikan.
Dayikan xwe gihandina Parka Koşûyolûyê ku ji aliyê polîsan ve bi bendan hatibû girtin û xwestin li parkê çalakiya rûniştinê bikin.
Lê belê ji ber ku destûr ji wan re nehate dayin, dayik ber bi Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) meşiyan.
Polîsên rejîma AKP’ê ji bo çalakiyên girseyî bitepisînin, bi TOMA’yan ava şid li dayikan reşandin. Ji ber êrîşa bi ava şid a polîsan, hin dayik ji ser hişê xwe çûn. Polîsan girseya dayikan ji hev qut kir û li rojnamevanên ku çalakî dişopandin xistin. Êrîşên polîsan didomin.