Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Sûrê li Amedê li dijî nobedar û polîsan çalakiyeke çakdarî pêk anî. Yekîneya Tolhildanê got, qeyûm temsîla pergala mêtingeriyê ne û ew ê bêdeng nemînin.

Yekîneya Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîdên Sûrê îro bi daxuyaniyeke niviskî got, “Endamên me 17’ê Gulanê saet 01.00’ê li navçeya Peyasê ya Amedê li Herêma Sinayî ya 3’yan li dijî nobedar û polîsan ku li ser dewriyê bûn bi çekên şexsî çalakî kirine.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi çarçoweya tolhildanê ya li dijî mêtingeran û sîxûr-nokeran” ev çalakî pêk hatiye û zelal nebûye bê ka çend polîs-nobedar hatine kuştin û birîndar bûne.”

‘LI DIJÎ PERGALA MÊTINGERIYÊ EM LI HER DEVERÊ NE’

Yekîneya Tolhildanê got, “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi anîna qeyûman a li ser hevşaredaran, ku bi vîna gelê Kurdistanê hatine hilbijartin, hewl dide ku pergala mêtingeriyê tebût bike.”

Bi berdewamî hate gotin: ”Qeyûm êrîşa li ser vîna gel e. Li dijî her cure êrîşên faşîstî yên dewleta TC’ê yên li ser Kurdistanê em ê li her deverê derkevin pêşberî wan. Di serî de noker û bêbextên ku li Kurdistanê dewletê li ser piyan bihêlin, heta ku em hemû sazî û dezgehên şerê taybet paqij nekin em ê nesekinin. Em hêzên xweparastinê yên gelê Kurdistanê, li dijî desteserkirina vîna gelê me em ê bêdeng nemînin, em diyar dikin bi çalakiyên xwe em ê berevaniyê li xwebûnê bikin. Li dijî arbeya faşîzma AKP-MHP’ê em bang li hemû gelê xwe dikin bi çarçoweya berevaniya xwebûnê berevaniyê li vîna xwe bikin û ji faşîzmê tola xwe hilînin.”