Li Bab û Cerablûsê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, teqîn pêk hat.

Li bajaroka Qebasînê ya li bakurê Babê ya ku di bin dagirkeriya çeteyan de ye, li sûkê teqînek çêbû. Hate diyarkirin ku motorbisiklêta ku bombe lê hatibû barkirin, hatiye teqandin.

Hate hînbûn ku li Cerablûsê jî bi motorbisikleta bombebarkirî teqînek hatiye kirin.

Derbarê encamên teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.