Li Swisre bajarê Wînterthûr ê Kantona Zurîchê çalakiya ‘Roja Gelan’ hate pêkanîn.
Çalakiya ‘Roja Gelan’ ku her sal meha Gulanê bi rengekî kevneşopî tê pêkanîn, îsal jî di 13’ê Nîsanê de hate pêkanîn û gelek neteweyan rengê xwe nîşan dan.
Çalakî li Altekaserne Kûltûrzentrûm a Wînterthûrê hate pêkanîn û Kurdistaniyên li Wînterthûrê jî bi komên xwe yên govend û koroyê tevlî bûn.
Di çalakiyê de gelan ji bo danasîna mutbexa xwe stant danîn û xwarina xwe nîşan dan.
Navenda Civaka Kurd a Wînterthûrê jî, hem xwarina xwe hem û çanda Kurdan da naskirin.
Koroya zarokan û koma govendê jî hunera xwe nîşan dan.
Çalakiya Roja Gelan’ bi çand, reng û xwarina gelan heta derengiya şevê dewam kir.