Piştî Heyva Berhemdar a li Rojhilata Navîn, yek ji herêmên kevnare ku çandinî lê dihate kirin dibe ku Başûrê Emerîkayê be.

Zanyarên Bolîvyayî û Spanî, wêneyên peykê yên li ser Deşta Moxos a Bolîvyayê lêkolîn kirin û tespît kirin ku li vê herêmê beriya 10 hezar salî karê çandiniyê hatiye kirin. Li gorî daneyên ku 6 hear wêneyên cuda yên peykê hatin bidestxistin, çandiniya li vê herêmê beriya 10 hezar û 350 salî hatiye kirin.

ŞOPA GARIS, KUNDIR Û MANYOK HATE DÎTIN

Li gorî daneyan, girê ku şopa çandiniyê li ser hate dîtin bi 74 metreyan fireh e. Ji bo lehiya dema zivistanê bandorê lê neke, li herêmê hîn jî dar şîn dibin.

Bi saya vê lêkolînê hate tespîtkirin ku li girê çandiniyê manyok, garis û kundir hatiye çandin.

Heyva Berhemdar heta niha weke dergûşa çandiniyê tê qebûlkirin ku Kurdistan, Iraq, Sûriye, Lubnan û Îsraîl di nav de ne. Karê çandiniyê yê li vê herêmê jî herî kêm beriya 11 hezar salî dest pê kiribû.