Li Baxozê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de heta danê sibehê şerekî giran qewimî.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê yê navçeya Hecînê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên teslîmbûn qebûl nekirin, dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de şerekî giran diqewime.

Şerê navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê heta danê sibehê dewam kir.

Piştî ku şervanên QSD’ê malên li gund hemû ji destê çeteyên DAÎŞ’ê derxistin, çete li herêmeke biçûk a ku weke kampekê bi kar tînin, asê man.