Artêşa dewleta Tirk a dagirker li bejahiya çiyayê Bagokê bi hezaran leşkerî dest bi tevgerê kir.

Gelek wesayitên zirxî ber bi herêmê ve hatin veguhastin û li gelek deveran çeper hatina vakirin.

Serê sibehê jî helîkopter li ser qadê geriyan.

Şivanên ku hewl didan pezê xwe biçêrînin hatin astengkirin û li malên wan hatin vegerandin.

Leşkerên tirk anons jî kirine ku gundî ji malên xwe dernekevin.

Qadên bilind ên Çiyayê bagokê jî gelek caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Her wiha hate ragihandin ku ji aliyê Mîdyadê gelek cerdevan û leşker hatine veguhastin.